Walîtiya Stenbolê: 41 kes jiyana xwe ji dest dan
Walîtiya Stenbolê ragihand di êrîşa ku li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat kirin de 41 kes jiyana xwe ji dest dane û ji van nasnameya 37 kesan hatine tespîtkirin.
Walîtiya Stenbolê ragihandin di êrîşa ku li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat kirin de 41 kes jiyana xwe ji dest dan û 239 kes jî birîndar bûn.
Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin nasnameya 37 kesî hatiye tespîtkirin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ji kesên birîndar 109 kes ji nexweşxanê hatine derxistin û tedawiya 130 kesên birîndar jî berdewam dike.Lêkolînên di derheqê êrîşê de berdewam dikin.Em ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji kesên birîndar re jî şifayê teleb dikin.”(ÎLKHA)