DYE berî niha hemwelatiyên xwe hişyar kiriye
Derket holê ku Wezareta Karên Derve ya DYEyê berîya êrîşa xwekujiyê ya li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê li dijî êrîşên ku wê li Tirkiyê pêk bên hemwelatiyên xwe hişyar kiriye.
Hat hînbûn Wezareta Karên Derve ya DYEyê berîya êrîşa xwekujiyê ya li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê, bi daxuyaniyeke ku belav kiriye li dijî êrîşên ku wê li Tirkiyê pêk bên hemwelatiyên xwe hişyar kiriye.
Di daxuyaniya ku hatiye belavkirin de qala êrîşên li Başûrê Rojhilat hatiye kirin û nexasim hişyarî li DYEyiyan hatiye kirin da ku xwe ji cihên qelebalix ên turîstîk muhafeze bikin.(ÎLKHA)