• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
SON DAKİKA
 "Îtîqaf, ji bo Mislimanan firset e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekitiya Medrese Û Aliman di derbarê sineta Îtîqafa ku di 10 rojên dawî yên Meha Remezanê de wek îbadet tê edakirin de peyamek weşand.

Di peyamê de hat diyarkirin ku Îtîqaf ji bo Mumînan firset e û divê ku ev îbadet were îhyakirin. Ji ber vê yekê di peyamê de bang li Mislimanan hat kirin.

Peyam bi ayeta: “Kesên ku bawerî bi Xweda anîne û emelên salih dikin, kesên wisa ehlê cinetê ne û dê wek sermedî li wir bimînin.” (Beqere 82) dest pê kir. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Dayîka Mumînan Hz Aîşe (Xweda jê razî bibe) wiha diyar kir; ‘Resulullah (as) heta ku wefat kir di 10 rojên Meha Remezanê yên dawî de diket îtîqafê û wiha radidigihand; ‘Li Leyletu’l Qedrê di 10 şevên dawî ya Meha Remezanê de bigerin.’ (Buharî) îtîqaf di ferhengê de tê wateya domandina tiştekî, tê wateya hêvîdarbûna tiştekî û sekinandinê. Wateya wê ya istilahî jî nimêja ku di mizgeftê de 5 wext bi cemaet tê edakirin, sekinandina bi niyeta îbadetê û îqametkirin e.”

Di peyamê de hat diyarkirin ku Resûlê Xweda tu wext Îtîqafê terk nekiriye. Dûvre Mesaj wiha hat domandin: “Îtîqaf; bi taybet di 10 rojên Meha Remezanê yên dawî de tê edakirin. Ev Îbadet xêra Mumînan temam dike. Ji ber vê yekê divê ku were edakirin. Divê ku di van rojên dawî yên Meha Remezanê de îbadetên me Mislimanan zêdetir bibe. Vê yekê jî bes em dikarin bi sineta Îtîqafê ya Resulullah pêk bînin.”

Di peyamê de bal hat kişandin pêwîst e ku Meha Remezanê û şeva Leyletu’ul Qedrê bi Îtîqafê were xemilandin. Peyam wiha domî: “Pêxember (as) wekê rojî û fitreya ku di Meha Remezanê de ferz bû Îtîqafê jî qet terk nedikir. Wek Mumînên ku rêya Resulallah dimeşînin divê ku em mihebeta xwe ji Wî re bi îbadet û taetên ku Wî eda dikir bidin nîşandan.”

Wiha dawî li peyamê hat anîn: “Ji ber vê yekê em bang li birayên xwe dikin ku têkevin Îtîqafê. Divê ku herkes di mizgefta li taxa ye de têkeve îtîqafê. Kesên ku nava rojê karê nake û naxebite bila têkevin Îtîqafê û yên ku biroj dixebitin jî bila bişev vê îbadetê pêk bînin. Wek Yekitiya Medrese Û Aliman em ji niha ve şeva wa ya Leylet’ul Qedrê pîroz dikin.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir