3 mela ji wezîfê hatin dûrxistin
Li Diyarbekirê 3 mela ji ber ku propagandaya PKKê kirine ji peywirê hatin dûrxistin.
3 melayên ku li navçeyên Hazro û Bismilê propagandaya PKKê dikirin ji peywirê hatin dûrxistin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin lijneyeke mufetîşan a ku ji 8 kesî pêk dihat, hate Diyarbekirê û lêkolînan kirin.Di encama lêkolînên ku hatin kirin de lijne qerar da ku her 3 mela jî ji peywirê bên dûrxistin.(ÎLKHA)