Qedexeya derketina derve ya li Mûşê hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku ji bo gundek û 9 gundikan hatibû îlankirin ji teref Walîtiya Mûşê ve hat rakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Mûşê ve hatiye dayîn de hat ragihandin qedexeya ku ji bo tesîskirina ewlehîya can û mal a xelkê li gundek û 9 gundikan hatibû îlankirin hat rakirin.
Li gor daxuyaniyê navên gund û gundikên ku lê qedexeya derketina derve hatiye rakirin bi vî awayî ne: Kayalisu, Ortulu, Bugdayli, Yilmaz, Dalakulîg, Yildizli, Buyukler, Malaalî, Breş, Lîcîk Geliya Hacîkê.(ÎLKHA)