Bedîuzzeman wê li Rihayê bê bîranîn
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî yê ku emrê xwe di zindanan borandiyê û temena xwe ji Îslamê re feda kiriye ew ê di 56emîn salvegera mirina xwe de li Rihayê bê bîranîn.
Ji bona Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî yê ku emrê xwe ji Îslamê feda kiriye berî vê 56 salî di 23ê Adara 1960an de li Otela Palasê çû rehma Xwedê.
Ji ber minasebeta salvegera 56emîn a wefata wî him ji bo rihê Bedîuzzeman û him jî ji bo rihê telebeyên nûr ên ku mirine di 30 Hezîrana 2016an de li Mizgefta Dergahê ya Rihayê Mewlûda şerîf û xatim bê xwendin.
Tê texmînkirin wê gelek telebeyên Bedîuzzemanî jî beşdarî vê bernameya li Rihayê bibin.Bernameya ku ev bû 56 Riha jê re mazûvantiyê dike cardin bi afîş û belavokan hat îlankirin.(ÎLKHA)