• DOLAR 32.445
  • EURO 34.77
  • ALTIN 2442.632
  • ...
HUDA PAR li Stenbolê xwarina fitarê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatiya Bajêr a Stenbolê a HUDA PARê  bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Topkapiyê xwarina fitarê da.Gelek kes beşdarî bernameya ku hatibû tertîpkirin bûn.

 “Em dostên ji meşrebên cuda yên ku berê xwe didin heman qiblê li vê derê dibînin ku ev yek me gelekî zêde memnun dike.”

Serokê Giştî yê  HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu piştî xwarina fitarê ji kesên ku wek mêvan beşdarî bernamê bûne re teşekur kir û di derbarê rojevê de axavtineke kurt kir.

Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de xwarina Remezanê ya sala borî bi bîr anî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sala borî dîsa li vê mekanê em hatibûn cem hev.Em cardin ji Rebbê xwe re şikir dikin ku me li vê derê anî bal hev. Em dostên ji meşrebên cuda yên ku berê xwe didin heman qiblê li vê derê dibînin ku ev yek me gelekî zêde memnun dike.Dema ku em halê memleket û ummetê difikirin û tînin ber çavên xwe em wê demê dikarin parîkek din qedr û qiymeta vê tabloyê bizanibin.”

 “Ji ber ku em ji hev cuda ne em di bin piyan de dieciqin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir sedema zilmên ku li Mislimanan tên kirin belavbûna alema Îslamê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li kû derê cîhanê Mislimanek hebe li wê derê zilm li wî/ê Mislimanî/ê tê kirin.Bi gelemperî yên ku axên wan tên îşxalkirin û malên wan jî tên talankirin Misliman in.Ev halê ku alema Îslamê di nav de ye, ne ji ber hindikbûna Mislimanan e. Her wiha ne ji ber qewî û bi hêz bûna dijminên me ye.Sedem û dijminê me yê herî mezin yê ku hêza me kêm dike û dibe sedem em di bin piyan de bieciqin jevdûrî û jevbelawelayiyê me ye.Bi heman awayî wehdeta ku di nav me de tune ye ji vê yekê re sedema bingeh e.”

“Gelo her car hêstir, muhaceret û mirin para Mislimanan e?”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe qala rewşa Mislimanên cîhanê kir û diyar kir di serê her deqîqeyekê de 24 kes dibin penaber.Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Gelo ew ê her car mirin, muhacerat û hêstir bibin para me? Gelo îmtîhana me dê her car bi vî awayî dijwar be.Gelo em ê her tim hêza xwe li dijî hev bikar bînin?Em ê kêngî îmkanên xwe bînin bal hev û digel hev li hemberî wan êrîşên ku li me tên kirin birawestin?Înşaallah ev meha mibarek bibe wesîle ku em çêtir bifikirin da ku ji vê rewşê rêyeke xelasîyê bibînin û çareseriyan derxînin holê.”

 “Li beldeyên Îslamê di wextên fitarê de xurma û zeytun nabin para Mislimanan, beravajî bombe dibin para wan”

Zekeriya Yapicioglu  di dawiya axavtina xwe de qala Mislimanên li alema Îslamê  kir û wiha diyar kir : “A niha mêvanên me yên ku ji Efxanîstan û Sûriyê hatine vê derê hene û vêga bi me re xwarina xwe ya firatê dixwin.Lê belê li gelek beldeyên Îslamê ji bo vekirina fitarê ne zeytunek û ne jî xurmeyek nabe nesîbê wan birayên me, bombe dibe para wan birayên me.Ya Rebbî! Tu vê jevdûriya me ji holê rabike, hêza me bîne bal hev, wehdetê têxe nav me û me di bin şiûra birabûnê de bînî bal hev.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir