• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Birîna ceyranê ya di hewayê gerim de esnafê qeherand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Seyhana Edenê di gel hewayê germ ji ber ku ev 2 roj e ceyran tune esnaf wek: “Di Meha Remezanê de germahî giha 50 pileyan. Ji ber ku ceyranê birîne avsarkên me naxebitin. Hema hema xurekên me xirab bibin. Di Meha Remezanê de me qeherandin. Êdî bes e!” bertek nîşan da.

Ji esnafan Abdulkadîr Adin diyar kir ku li navçeya Seyhana Edenê di Taxa Fevzîpaşayê de 48 saet e ku ceyran tune. Dûvre Adin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku ceyran hatiye birîn mal û xurekên me xerab bûne. 2 roj e ku ceyrana me tune. Em ji rêvebiran re telefon vedikin lê ew bi pirsgirika me re eleqeder nabin.”

Adin bal kişand ku di taxên Fevzîpaşa, Şakîrpaşa, Yeşîlevler, Demetevler, Aydinlar û Nedîmbeyê de ceyran tim û tim tê birîn. Lê ji bo ku ev erize were çareserkirin tu xebat nayê kirin. Dûvre Adin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di taxên girêdayê Şaredariya Çukurovayê de ceyran qet nayê birîn. Lê di gelek taxên Seyhanê de ev 2 roj e ku ceyran tune. Di vî hewaya gerim de esnafên ku xurekên wan xirab bûne me mexdûr in.”

Ji esnafan Îlhamî Yavuz jî wiha axivî: “Di taxa me de 48 saet e ku ceyran tune. Ji ber ku di dikanê de dolab nexebitîn min malên xwe yên ku di dolabê de wek belaş belavê gel kir. Heke min belav nekiribaya dê xirab bûbûya. Malên me xirab dibin. Niha dê kî zirarên min temîn bike? Em telefon vedikin şîrketên ceyranê lê bersiva me nadin. Li Çukurovayê ceyran heye. Lê li Seyhanê tune.”

Esnafê diyar kir ji ber ku ceyran hatiye birîn gelek mal û xurekên di dolaban de xirab bûne. Her wiha wan destnîşan kirin ku di malan de nexweş û zarok hene. Ji ber vê yekê divê ku demildest ev pirsgirêk were çareserkirin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir