Fezlekeya Yuksekdag û Demîrtaşî gihaştin Diyarbekirê
31 fezlekeyên ku di nava wan de fezlekeyên Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî heye gihaştin Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê.
31 fezlekeyên ku di nava wan de fezlekeyên Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 7 parlementerên HDPê jî hene gihaştin Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê.
Piştî ku pêşnûma di Rojnameya Fermî de hat weşandin re şandina fezlekeyan ji dozgeriyên têkîldar re dest pê kirin.
Wezîrê Dadê 31 fezlekeyên di derheqê Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDPê Îdrîs Baluken, Sîbel Yîgîtalp, Zîya Pîr, Çagla Demîr û Selma Irmak de şandin ji Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê.
Hat hînbûn di fezlekeyên ku hatine şandin de sûcên mîna ‘ji bo kirina sûcê kirina tehrîkê’ û ‘kirina propagandaya rêxistina terorê’ hene.(ÎLKHA)