Mizgeft bi zarokan şên bûn
Kursên Qur'anê yên ku îsal ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve bi slogana 'Were vê havînê Qur'anê li ser dilê xwe binivîsîne' li tevahiya welêt bi beşdarbûna gelek zarokan dest pê kir.
Piştî ku temamê mekteban tatîl bûn re Kursên Qur’anê dest pê kirin.Kursên Qur’anê yên ku li temamê welêt bi beşdarbûna zarokan dest pê kir ew ê heta 3 mehan berdewam bikin.
Kursên Qur’anê yên ku ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve tên organîzekirin nêzî 9 heftiyan dê berdewam bikin û ew ê ji her temenî zarok karibin di van kursan de dersê bistînin.
Digel betalbûna mekteban li mizgeftên ku li Batman,Enteb,Agirî,Elezîz,Silopî û li warên din in îro kursên Qur’anê yên ku îsal ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve bi slogana ‘Were vê havînê Qur’anê li ser dilê xwe binivîsîne’ hatibû diyarkirin, li tevahiya welêt bi beşdarbûna gelek zarokan dest pê kir.
Li mizgeftên ku zarok dihatin lê dersê bistînin hat dîtin ku camî bi hatina zarokan şên bûne.(ÎLKHA)