• DOLAR 32.458
  • EURO 34.766
  • ALTIN 2439.947
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpayê  li Ugandayê kumanyaya Remezanê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku sazîya alîkariyê ya navneteweyî û ya ku li çar aliye ji hemû kesên êtîm, feqîr, jar û hewcedar re destê alîkariyê dirêj dike vêcarê jî li Kampalaya ku paytexta Ugandayê ye ji Mislimanan re kumanyaya Remezanê belav kir û her wiha ji xwendavanên mekteba Îslamê re jî xwarina fitarê da.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku li Kampalayê ji 976 xwendevanê mekteba bi navê 'Kibuli Demonstration Muslim Scholl' re xwarina fitarê da di derbarê  mijarê de wiha axivî: “Li vê mektebê 976 xwendekar perwerdehiyê dibînin.Ji sedî 82yên van xwendekaran êtîm in.Dema ku me li vê derê Medreseya Yasîn Boru vekiribû me van êtîman tesbît kiribû.Me di çarçoveya kampanyaya ku berî Remezanê dabû destpêkirin de xwarina fitarê da van xwendekaran.Xweda ji wan kesên xêrxwaz ên ku ji vê alîkariyê re bûne wesîle ku em bikin razî be.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Ugandayê alîkariya kumanyaya Remezanê jî hatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema me di meha adarê de çû Ugandayê me dît  li  heremên ku exlebe Misliman lê dijîn  mexdûriyeteke mezin heye.Ji ber vê yekê me meha Remezanê ku meha bereketê ye ji vê re kir wesîle û ji malbatên mexdûr û êtîm re paketên alîkariyê belav kir.”

Ateş di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew li Tirkiyê jî ji kesên hewcedar re kumanyayên Remezanê belav kirine û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ê înşaallah beriya îdê ji bi sedan kesê êtîm re alîkariya cilên îdê jî bikin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir