Li Licê qedexeya derketina derve
Li 13 gundên ku girêdayê Licê ne qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Diyarbekirê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin ji ber operasyonên ku ew ê li dijî PKKê bên kirin îro ji seat 10.00an pê ve heta daxuyaniyeke din li gundên bi navê Yamaçli, Yalimli, Buyukçag, Saydamli, Bayirli, Seyrek, Yeşîlburç, Konuklu, Kiliçli, Akçabudak, Ulucak, Yorulmaz û Baharlarê derketina derve hatiye qedexekirin.(ÎLKHA)