• DOLAR 32.557
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2458.845
  • ...
Neviyê Apê Sebrîyî yê ku ji teref PKKê ve hatibû revandin di pevçûnê de mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di sala 2014an de li Diyarbekirê ji bo zarokên ku ji teref PKKê ve hatibûn revandin malbatên zarokan çalakiyan tertîp dikirin ku di nava van kesan de wê demê Sebrî Onalanê ku li neviyê xwe digeriya jî hebû. Apê Sebrî yê ku ji bona neviyê xwe çalakî dikir hat hînbûn xebera mirina neviyê wî jê re hatiye û neviyê wî yê bi navê Muhammed Emîn di 5ê Hezîrana 2016an de li navçeya Şemzînana Hekariyê di pevçûnê de hatiye kuştin.Hat hînbûn Apê Sebrî ji bo cenazeya neviyê bigire ketiye rê û çûyê Şemzînanê.

Apê Sebrî yê ku di sala 2014an de çalakî li dar xistibû wê demê ji ÎLKHAyê re axivî bû û gotibû ku neviyê wî di dema ku li Fakulteya Mamostetiyê ya Agahiyên Civatî di pola sêyemîn de dixwand hatiye revandin û ji wê rojê ve ew xeber jê negirtine.

Sabrî Onalan diyar kiribû piştî ku neviyê wî hat revandin re êdî heyat û hizûr ji dê û bavê wî re nema û dêya wî jî ji ber ku gelekî li ber diket problemên psikolojîk jiyaye û bi mehan tedawî bûye.

Onalan her wiha diyar kiribû ku di kezaba wî de jî ji ber xemgîniya çûyîna neviyê wî êş peyda bûye .

Apê Sebrî di wextên çalakîyande xwest ku dengê xwe bigihîjîne derekê, lê ev yek bê bersiv ma.Apê Sebriyê ku di wan rojan de hewil dida da ku bigihîje neviyê xwe îro xebera mirina neviyê xwe hîn bû.

Hat hînbûn Mehmet Emîn Onalan di pevçûna ku di 5ê Hezîrana 2016an de li çoltera Şemzînanê derketiye de hatiye kuştinû Apê Sebrî yê ku me pê re bi rêya telefonê têkete têkiliyê ji bo cenazeya neviyê xwe bistîne çûye Şemzînanê.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir