• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji bo pirsgirêka barîqet û davikan çareseriya asfaltî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Dêrika Mêrdînê ji bo pirsgirêka çal, barîqet û davikên bombeyî çareseriyekî mayînde pêk tê. Li Dêrikê parkeyên ku berê ji teref PKKyiyan ve wek barîqet dihat bikaranîn yek û yek tên rakirin û di şûna wê de asfalt tê rijandin.

Li 5 taxên li navenda navçeyê de rêyên 33 km yî ji teref qeymeqamtiyê ve hat tespîtkirin. Parkeyên ku di van rêyan de hatibûn bicîkirin yek û yek tên rakirin û di şûna wê de asfalt tê rijandin. Ji wê rêya 33 km yî 15 km qediyaye. Xebatên asfaltkirinê didome.

Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Safîturk destnîşan kir ji bo ku texrîbata li navçeyê ya ku ji teref PKKê ve pêk hatibû ji holê were rakirin û dûbare ev yek neqewime rêyên 33 km dê bê asfaltkirin. Her wiha Safîturk diyar kir ku ji wê rêya 33 km yî 15 km qediyaye. Xebatên asfaltkirinê didome.

Safîturk axavtina xwe wiha domand: “Li Dêrikê cara yekem di Mijdara 2015an û Sibata 2016an de çalakiya berîqetê pêk hat. Di pêvajoya çalakiyan de makîneyên şaredariyê ji teref rêxistinê ve hat dihat bikaranîn. Bi taybet ji bo ku ev texrîbat ji holê were rakirin û ji bo ku carek din tiştek wiha neqewime ji teref hikûmeta me ve rêyên navçeyê hatiye tespîtkirin da ku ev rê werin asfaltkirin. Heta niha ji wê rêya 33 km yî 15 km qediyaye. Xebatên asfaltkirinê didome.”

PKK li dêrikê piştgiriya ku dixwest nedît

Safîturk diyar kir ku gelê Dêrikê naxwaze ku bi navê rêxistinê were were bibîranîn. Dûvre Safîturk wiha axavtina xwe domand: “Ev xebatên me li taxên Dag, Cevîzpinar, Kuçukpinar, Zeytînpinar û Kaleyê didome. Rêya li Taxa Bahçelîevlerê ya ku diçe ciyê penaberên Sûryeyiyan qedyaye. Di her du operasyonan de rêxistinê li Dêrikê piştgiriya ku dixwest nedît.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir