• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Rêvebirên Girtîgeha Bandirmayê gor qanûnan hereket nakin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku paşîv nadin mehkûmên Girtîgeha Tîpa Tyê ya Nimreya 2 ya Bandirmayê ji her aliyê ve bertekên tûnd tên. Parêzer Mîrhan Ozbekliyê Serokê Yusufî-Derê ji ber ku rêvebirên girtîgehê gor qanûnan hereket nakin bertek nîşan da.

Parêzer Mîrhan Ozbekliyê Serokê Komeleya Girtî û Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (Yusufî-Der) ji ber helwesta rêvebirên girtîgehê bertek nîşan da.  Ozbeklî diyar kir ku di normên hiqûqên cîhanî de îfade û îbareyên divê ku girtî bi şiklekî azadane îbadetên xwe bike hene. Ozbeklî diyar kir amadenekirina saetên xwarinê ya ji teref rêvebiran ve helwestek nelirê ye.

Ozbeklî ragihand ku girtiyên Girtîgeha Tîpa Tyê ya Nimreya 2 ya Bandirmayê bi rahetî nikarin rojî bigirin. Dûvre Parêzer Mîrhan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwarina paşîvê nîvro didin. Ji ber ku di girtîgehê de avsar tune an jî kême dibe ku xurek xirab bibin. Rîska xirabbûna tendirustiya muvekîlên me heye. Ev pirsgirêkekê lokal e.”

 Ozbeklî wiha axavtina xwe domand: “Dema ku normên hiqûqên cîhanî were tehqîq kirin dê were dîtin ku di derbarê îbadetkirina girtiyan de îbareyê wek ‘divê ku girtî îbadetên xwe azadane bike’ heye. Rêvebirên girtîgehê gor qanûnan hereket nakin. Divê ku mexdûriyetên li girtîgehê werin çareserkirin.”

Ya giştînameya di derbarê Remezanê de negihaye wan an jî nîyetek xirab heye”

Ozbeklî diyar kir çareseriya pirsgirêka dana xwarina paşîvê ya li mehkûman di destê Wezaretiya Edaletê de ye. Dûvre Ozbeklî wiha pêde çû: “Beriya Remezanê ji bo ku tedbîrên di derbarê vî yekê de werin hilanîn giştîname ji bo her girtîgehê tê şandin. Ez guman dikim ya giştînameya di derbarê Remezanê de negihaye wan an jî nîyetek xirab heye. Daxwaziya me ew e ku rêvebir di derbarê vî yekê de çi mexdûriyet hene werin çareserkirin.” (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir