• DOLAR 32.588
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2459.205
  • ...
Gundê Dêrê ji teref dewletê ve tê valakirin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Kêmaniya Ermeniyan ji bo ku dêra Dundê Dêrê ji nû ve were sazkirin doz vekir. Li ser vî yekê Serokatiya Karûbarên Hindir ji bo ku Gundê Dêrê ya girêdayê Mûşê were valakirin telîmat da. Gundiyan diyar kirin ku dewletê wan li gund bi cî kiriye. Her wiha gundiyan bal kişandin ku wan li dijî Ermeniyan bedel dane. Ji ber vî yek gundiyan bertek nîşan da.

Ji teref Midûrtiya Sazkirina Ji Nû Ve ya Bajêr û Îmara Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê ve ji ber ku gundiyan li qada dêra dîrokî ne gor qanûna îmarê avahî saz kirine biryara tehliyeyê ya gund hat dayîn.

Ji teref Serokê Komeleya Kêmaniya Ermeniyan Azîz Dagci ve doz hat vekirin ku dêra li gund ji nû ve were sazkirin. Li ser vê yekê ji bo ku gund were valakirin Serokatiya Karûbarên Hindir telîmat da.

Dêra ku di sînûra Gundê Dêrê ya girêdayê Bajaroka Yayginê ya navenda Muşê de ye di dewra komarê de ji bo ku ji nû ve were sazkirin ji gundiyan tê xwestin ku gund vala bikin. Li ser vî daxwaza ku di sala 1920yan de hatiye xwestin gundî diyar dikin ku dewletê wan li gund bi cî kiriye û gundiyan bal kişandin ku wan li dijî Ermeniyan bedel dane.

Ji gundiyan Haci Alî Yonden diyar kir ku Midûrtiya Sazkirina Ji Nû Ve ya Bajêr û Îmara Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê telîmat daye ku ev gund di nabeyna 15 rojan de were valakirin. Her wiha Yonden bal kişand ku kal û bavên wî ji sala 1919an pê ve li vir bi cî bûne.

Yonden wiha axavtina xwe domand: “100 sal berê em hatin vir. Ev der war û welatê me ye. Me li vir gelek zehmetî kişand. Di salên 1990an de teroran êrîşê gundê me kirin. PKKyiyan ji bo ku em gund vala bikin me tehdît kirin. Dixwazin ku gundê me bidin Ermeniyan. Qada ku dêr li wir e 54 mal hene. Dê însanên li wir çi bikin?”

Yonden wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kal û bavên me di sala 1919an de li vir bi cî bûne. Di sala 1950yan de lijnekî qadastroyê hatiye vir. Îdareya Taybet a Bajêr wek xezîne hilaniye ser xwe. Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê ji me re namekî şandiye û dixwaze ku em vira terk bikin. Wan diyar kirin heke em vala nekin dê malên me xirab bikin.”

 “Tu derê me tune ku em bisitirin”

Yonden belav kir heke ku ew ji gund derkevin tu derê wan tune ku bisitirin. Dûvre Yonden wiha bal kişand: “Di qada dêrê de 54 avahî heye. Gel mexdûr e û tu derê gel tune ku bisitire. Li gund bi tevahî 90 avahî heye û nifûza gund jî nêzê 700an e. Derdora gund jî hêlan e. Em bang li mezinan dikin. Dê hûn me ji gund derêxin çi bikin.”

 “Çawa dewlet ji bo Ermeniyan me ji gund derdixe”

Yonden diyar kir ku wan wek gundî teklîfa dewletê ya bicîkirina derekê din qebûl nekirine. Yonden wiha pê de çû: “ Walî teklif li me kir ku em herin derek din. Me jî got; ‘hun me dabeş bikin em nikarin bijîn.’ Me li dijî Ermeniyan tekoşînê kir. Me 2 şehîd dan. Çawa dewlet ji bo Ermeniyan me ji gund derdixe.”

 “Heta 1 kes jî bimîne dê em gundê xwe vala nekin”

Ji nişteciyên gund Abdurrahîm Aslan anî bibîranîn ku di salên 1990an de PKK her tim êrîşê li wan dikir û wî destnîşan kir ku ew naxwaze ji gundê xwe dûr bikeve. Aslan wiha axivî: “Dixwazin ku em ji gund derkavin. Me li dijî neviyên Ebû Cehîlan tekoşînê kir. Heta 1 kes jî bimîne dê em gundê xwe vala nekin. Jiyanekê me ya bi rêk û pêk heye. Em qebûl nakin ku ew me derêxin.”

Em ji bona dêrê tên mexdûrkirin

Omer Yaslik di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku Ermeniyan gundê ku qala wê tê kirin terikandin ew jî di heman gundî de bi cî bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di sala 1957an de dewlet vê derê wek araziya kadastroyê da me.Her tim camîyên me tên şewitandin lê tu kes dengê xwe dernaxe.Lê ji ber ku li vê derê dêr heye me mexdûr dikin.Hûn çawa dikarin însanên ku îxtîyaçcdar in û bi zehmetî debara xwe dikin ji vê derê derbixin?Em dê ji gundê xwe dernekevin.Bi zorê nikarin tiştekî bikin.”

“Ji bona dêra ku tune ye dixwazin me derxînin ku ev jî dûr î aqilan e”

Remziye Keser di derbarê mijarê de axivî û diyar kir: “Ji ber dêreke ku bûye kavil û xopan dixwazin me ji gund derxînin ku ev yek jî dûrî aqilan e.Li vê derê ne dêrên wan hene û ne jî tu tiştekî din.Ev bû qernek ku em li vê derê dijîn.Ji bona dêra ku nîne dikin me derbixin ku  ev kar dûrî aqilan e.Heqê tu kesî tune ye ku me ji vê derê derbixin. Em û gundiyên din hevdû diparêzin.Lê heger ku me ji vî gundî derbixin ev yek nabe.”

 “Gundê me gundê herî dewlemend bû, lê a niha bûye gundê herî feqîr”

Mehmet Zekî Erenê ku ji nîştecihên gund e di derbarê qerara tehliyekirina gund de wiha axivî: “Ev tiştê ku tê kirin zilm û heqaret e.Em dê ji vir dernekevin.Hewil didin Ermeniyan bixin vê derê lê em ê destûrê nedin vê yekê.Hikûmet dixwaze me ji gundê me bike.Em gundê xwe nadin tu kesî.Lewra ev der ji kalên me ji me re mane.Ev bi salan e ku em li vê derê dijîn.Ji ber terorê me gelek zirar dît.Me li vê derê şehîd jî da.Tu kes nikare gundê me ji me  bistîne.”

“Ez hemwelatiyekî vê dewletê me”

Kesê Koroglu Turker  di derbarê mijarê de diyar kir heke ew ji gundê xwe bên derxistin cardin ji bona avakirina malê derfeta wan tune ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez 77 salî me.Dema ku em hatin vî gundî ez zarok bûn.Hemû kes dizane ku ne arsa ne jî araziya min heye.Rewşa min a madî jî nebaş e.Heke ez ji malê derbikevim cardin nikarim malekê ava bikim û ji vê re quweta min jî nîne. Ez hemwelatîyê vê dewletê me.Heger dewlet ji me re çareyekê nebîne em ê biçin kû derê?Ji me dixwazin di nava 15 rojan de tehliye bikin.Lê em ê biçin kû derê?”

Dêra Çengîlliyê

Dêra Çengîlliya ku ji teref Xirîstiyanan ve pîroz tê qebûlkirin û di nava  sînorên gundê Çengîlliyê bajaroka Yaygina Mûşê de ye di wextên kevin de lê ji agir re îbadet dihatkirin.Ev dêr ji teref Sasaniyan ve piştî mîladê di sala 399an de wek mabeda Xirîstiyanan hatiye guherandin.

Dêr navê xwe di nava gundîyan de wek dêra spî tê binavkirin ku sebeba wê jî ji madeya ku hatiye çêkirin.Tê dîtin şûna dêrê heremeke gelekî mezin dixe nava sînorên xwe.Lê hat dîtin hema hema temamê dêrê xera bûye.(ÎLKHA)

























































Bu haberler de ilginizi çekebilir