Li Mûşê li dijî parskeran operasyon
Li Mûşê parskerên ku li ber mizgeftan, di xaçerê û peyarêyan de parsektî dikirin bi hinceta ku hestên dînî yên gel îstîsmar dikirin hatin girtin û dûvre wan deresînûrê bajêr kirin.
Zabiteyan diyar kirin ku ji ber Meha Remezanê li navenda bajêrê parsker zêde bûne. Li ser vî yekê operasyon li parskerên ku mizgeft û peyarêyan paskerî dikirin hat kirin.
Di derheqê parskerên ku hatin girtin de miemeleyên îdarî dest pêkir û dest hat danîn ser perê ku bi wan re bû.
Parskerên ku li ber mizgeftan, di xaçerê û peyarêyan de parsektî dikirin bi hinceta ku hestên dînî yên gel îstîsmar dikirin hatin girtin û dûvre wan deresînûrê bajêr kirin.
Hemwelatiyan diyar kirin ji ber ku ev parsektî dikin mirov nikare alîkariya kesên ku rastî feqîr e û xwedî niyaz e. Ji ber vî yekê ev rewş tê îstîsmarkirin.
Gel diyar kir ku şaredarî xwedî li mihtacan dernakeve. Wan destnîşan kirin pêwîst e ku kesên xwedî niyaz neyên mexdûrkirin. Her wiha gel diyar kir divê ku li navenda bajêr kona fitariyê ji bo fqîran were vedan. (ÎLKHA)