Kesê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
Zilamê ku li navçeya Kovanciyana Elezîzê wesayît lê qelibî li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qezaya trafîkê duh di 45emîn kîlometreya rêya Bîngol-Elezîzê pêk hat.Mehmet Varolê ku li nifûsa Ilicalara Bîngolê qeyidkiriye li navçeya Kovancilarê dema ku dikir derbasî hember bibe wesayîta bi plaqeya 44 FH 574 a ku di bin îdareya A.Ç.ê de bû lê qelibî.
Mehmet Varol ji ber qezaya ku pêk hat giran birîndar bû.Varol li nexweşxaneya ku lê hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)