Berpirsyarê PKKê yê Norşînî hat kuştin
Hat ragihandin li çolwara navçeya Mutkana Bedlîsê di encama operasyonên ku hat lidarxistin de berpirsyarê Norşînê hatiye kuştin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Bedlîsê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di 12ê Hezîrana 2016an de li Herêma Gira Gamêşa navçeya Mutkana Bedlîsê ji teref cendirmeyan ve operasyon hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nabeyna cendirme û PKKyiyan de şer derketiye. Di encama şerê de jî berpirsyarê Norşînê Siracettîn Karataşê bi qodê Rezzan Argeş hatiye kuştin.
Her wiha hat destnîşankirin ku mihîmatên PKKê hatiye bidestxistin. (ÎLKHA)