• DOLAR 34.503
  • EURO 36.577
  • ALTIN 2918.722
  • ...
Midyadiyên ku  di êrîşa bombeyî de malên wan zirar dîtibûn ji ÎLKHAyê re axivîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li navçeya Midyada Mêrdînê êrîşa bombeyî hatibû kirin û  di vê êrîşa ku hatibû kirin de 3 jê siwîl 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn û ji zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûbûn.Xelkê ku ji ber êrîşê malên wan zirar dîtibûn û texrîb bûbûn tiştên ku hatine serê wan anîn ziman.

Kesê bi navê Adnan Demîrdag diyar kir ewlekarî nêzî 3 mehan tedbîran wergirt lê dîsa jî ev êrîş nehat astengkirin. Demîrdag dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hema ji nişka ve cam û derî di ser me de hatin xwarê.Li malê bira, bav û zarokên min hebûn.Digel teqînê min hêla wan de bazda û min dît ku tiştek bi tu kesî nehatiye.Tenê çendek birîndar bûne.Me wan şande nexweşxanê.Ev bû 3 meh ewlehî tedbîran distîne.Di îstîxbaratê de an jî di cihekî din de zafiyet heye nizanim.Lê di holê de zafiyetek heye.”

“Hê jî tesîra teqînê li ser min heye”

Kesê bi navê Xidir Yavuz jî di derbarê dema teqînê de diyar kir dema ku teqîn pêk hat ew destnimêj digirt û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez li malê bûm, ji nişka ve teqîn pêk hat.Hemû der bûn perçeyên caman.Xanima min li mitbaxê bû, ew giran birîndar bûbû.Ji bi ra ji ber teqînê em li xwe heyîrî man û em hê jî di bin tesîra teqînê de ne.Gelek dîwarên malê xera bûn û gelek jî derizîn.Him mala min û him jî wesayîta min zirar dît.Bi kurtasî mirov nikare di malê de êdî rûne.Di malê de tenê pirtûkxaneya ku tefsîrên Qur’anê tê de bûn ne qulibt.”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew çûye mitbaxê xanima xwe di nava xwînê de dîtiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min  kir ku ez biçim mitbaxê, lê weke dengek ji min re got neçe mitbaxê.Ez jî ji bona destnimêjê çûm serşoyê.Dema ku min  kir ez biçim serşoyê teqînek pêk hat. Heger ez çûbana mitbaxê ez ê ji ber parçeyên caman birandar bûbana.Piştî ku ez hatin mitbaxê min dît xanima min di nava xwînê de maye.Me bilez wê bire nexweşxanê.”

 “Em bi Kurd, Ereb û Tirkan bi hev re ne û em yek in”

Abdulhekîm Çelîk di derbarê mijarê de diyar kir divê dewlet heremê bexwedî nehêle û wiha axivî: “Tiştê bûye bû û çû,lê bila hemû kes wezîfeya xwe bizanibin û bila îhmal nebin.Wê wesayîtê çawa anîn navçeya me.Divê ev yek bê lêkolînkirin. Em bi Kurd, Ereb û Tirkan bi hev re ne û em yek in.Li vî welatî tu wextî dê teror bi ser nekeve.Însanê heremê li dûv wan naçe.Armanceke me tenê heye ku ew jî jiyaneke bi biratî ye.”

Di derbarê roja teqînê de kesê bi navê Nezîhe Çelîk û Fatma Betul Çelîk jî axivîn û diyar kirin ew natirsin û li ser piyan in, Xweda bela xwe bide kesên wan ku vê yekê kirine.(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir