HUDA PAR kesên di êrîşa Midyadê de zirar dîtibûn ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê kesên di êrîşa ku li navçeya Midyada Mêrdînê ji teref PKKyiyan ve hat lidarxistin de zirarê dîtibûn ziyaret kir.
Lijneya di serokatiya Mahmut Kilinçê yê ku endamê GÎKa HUDA PARê ye de kesên di êrîşa ku li navçeya Midyada Mêrdînê ji teref PKKyiyan ve hat lidarxistin de zirarê dîtibûn ziyaret kir.
Ji xeynî Mahmut Kilinç; Serokê Bajarê Mêrdînê yê HUDA PARê Şehmus Akman û Serokê navçeya Midyadê Îsa Altunkaynak jî beşdarê ziyaretê bûn.
Mahmut Kilinç esnafê ku li hawîrdora avahiyê ewlehiyê zirarê dîtibûn û mêrê mamostaya ku di êrîşê de birîndar bûbû ziyaret kir. Kilinç rewşa wan pirsî ji birîndaran re silametî xwest.
Kilinç di ziyareta xwe de axivî û wî destnîşan kir ev êrîşa ku hatiye lidarxistin wehşet e. Kilinç destnîşan kir ew van êrîşên ku gelê mezlûm û belengaz jê re dibin hedef şermezar dikin.
“PKK, Midyada ku penaber û bajarê biratiyê ye hedef hatiye girtin”
Kilinç bal kişand ku PKK di êrîşên xwe de kesê naparêze û di encama vî yekê de zirarê herî mezin gelê Kurd dibîne. Dûvre Kilinç wiha axavtina xwe domand: “Ev êrîşa ku PKK lidar dixe û dizane ku dê gel zirarê bibîne wehşet e. PKKya ku piştgiriya gel hilnagire cinnet derbas dike. PKKya ku li Sûr, Şernex, Cizîr, Hezex û Nisêbînê armanca xwe bidest nexist Midyada ku penaber û bajarê biratiyê hedef girtiye.”
“Heke em hemî bi hev re bertek nîşan bidin em dikarin vî zilmê bidin sekinandin”
Kilinç ragihand divê ku gel ji van êrîşan re bertek nîşan bide. Dûvre Kilinç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rêxistina ku bûye maşeya hêzên derve bi hezaran ciwanên me xapand, berîqet da sazkirin û wan ciwanan bi polês û leşkeran da kuştin. Eleqeya vê yekê bi parastina mafên kurdan re tune. Rixistina ku gelê belengaz kiriye hedef bi êrîşên xwe dide nîşandan ku tu qudsiyetê naparêze. Di vî Meha Remezanê de gelê mesûm qetil dike. Heke em hemî bi hev re bertek nîşan bidin em dikarin vî zilmê bidin sekinandin.”
“PKK, bi hezaran Kurdan mexdûr kir”
Kilinç belav kir mexdûrê herî mezin a êrîşa PKKê Kurd in. Kilinç wiha dawî li axavtina xwe anî: “PKKyê idîa dike ku mafê Kurdan diparêze di hilbijartinê de piştgiriya ku ji HDPê re hat dayîn wek piştgiriya çekan hesiband. PKK, bi siyaseta ku di encama vî de bi hezaran ciwan mirin. Xwestin ku Midyadê jî bixin vê halê. Midyada ku ji her mexdûran re mazûvantî dikir dibêjin qey bi van êrîşan re ceza dane gel. Ji ber vî yekê ev êrîşa ku li Midyadê pêk hatiye me gelek xemgîn kiriye.” (ÎLKHA)