• DOLAR 32.482
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2420.09
  • ...
Tê hevîkirin ku dê li Kurdistanê 30 milyon dolar fitre û zekat were berhevkirin.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Herêma Kurdistana Iraqê ya ku tevahiya nifuza wî 5 milyon 472 hezar 436 kes e tê hêvîkirin ku dê îsal di Meha Remezanê de 30 milyon dolar fitre û zekat were berehvkirin.

Ji rêvebirên Wezaretiya Karûbarên Diayanetê Merîwan Nakşîbendî di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axavtinek kir. Nakşîbendî wiha diyar kir: “Heke di Herêma Kurdistanê de 1 milyon kes fitreya xwe bide û bes 2 hezar dewlemend zekatên xwe bide dê tevahiya perê bibe 30 milyon dolar.”

Di sala 2011an de ji teref Karûbarên Diyanetê ve ji bo ku zekat, fitre û sedeqeya xêrxwazan ji teref Lijneya Wezîran ve were berhevkirin pêşniyaz hatibû kirin. Lê ev proje hêj jî nehatiye tetbîqkirin. Nakşîbendî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Heke fon pêk bihatiba dê feqîrên li Herêma Kurdistanê bûbûna xwedî kar.”

Li Herêma Kurdistana Iraqê 5 milyon 472 hezar 436 kes dijîn. Ji xeynî vê nifuzê 1.7 milyon koçber û bi sed hezar kesan jî biyanî hene. (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir