"Miheqeq ji kesên ku mexdûr bûne re dê alîkarî bê kirin"
Li Diyarbekirê di derheqê Sûrê de civînek hat lidarxistin û Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê Mehmet Ozsekî jî beşdarî vê civînê bû.
Wezîr Ozsekî yê ku beşdarî civînê bû diyar kir miheqeq ew ê ji kesên ku ji ber pevçûnan mexdûr bûne û zirar dîtine re alîkarî bê kirin.
Wezîr Ozsekî di axavtina xwe ya ku di civînê kir de diyar kir plana ku wan ji bona Sûrê amade kirine anî ziman û diyar kir ev plan ji 3 xalên bingeh pêk tê û wiha li axavtina xwe zêde kir: Di destpêkê de divê binesaziya Sûrê bê nûkirin û dû re rêya ku li milê çepê yê Sûrê dest pê dike heye ku divê ev rê bê çêkirin.Piştî van her du xalan jî kolan û sikak bên nûkirin .Di vî warî xebatên ewil ew ê li derdora Mizgefta Mezin û li temamê Kolana Melîk Ahmet û Gaziyê dê bên kirin.”(ÎLKHA)