Tatîla Îda Remezanê 9 roj e
Tamîma ku tatîla Îda Remezanê wek 9 roj pejirand ji teref Serokwezaî Bînalî Yildirim ve hat îmzakirin.
Tamîma ku ji bo 4ê Tîrmehê roja duşemê (nîv roj) û 8ê Tîrmehê roja înê ji bilî ve tatil were hesibandin ji teref Serokwezîr Bînalî Yildirim ve hat îmzakirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Serokatiyê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Serokwezîrê me Bînalî Yildirim tamîma ji bo ku 4ê Tîrmehê roja duşemê (nîv roj) û 8ê Tîrmehê roja înê ji bilî ve tatil were hesibandin îmza kir. Gor vî yekê bi şert û mercên ku sazî tedbîrên ku hewce dike hilbigire û xizmet derengî nekeve û xizmetên hewceyî pêk were dê rojên 4ê Tîrmehê roja duşemê (nîv roj) û 8ê Tîrmehê roja înê ji bilî ve tatil were hesibandin.” (ÎLKHA)