"Remezan, meha kêfê nîne; meha îbadetê ye"
STKyan ji ber ku hinek şaredarî di Meha Remezanê de bernameyîn kêf û şahîniyê lidar dixin bertek nîşandan û destnîşan kirin ku Meha Remezanê meha kêfê nîne; meha îbadetê ye.
Bi têketina Meha Remezanê re ji ber ku li gelemperê welat ji teref gelek şaredariyan ve bernameyên şahîniyê tê lidarxistin STKyan bertek nîşan dan. STKyan ragihandin lidarxistina bernameyên kêfê ya ku di Meha Remezanê de tên lidarxistin zirarê dide maneviyatê.
Koordînatorê Herêma Behra Spî ya Platforma Evîndarên Pêxember Veysî Yumlu diyar kir şaredarî bi van bernameyan re tinazê xwe bi wiqedesatên Îslamê dikin. Ev yek bi tu wechê nayê qebûlkirin.
“Remezan, meha kêfê nîne; meha îbadetê ye”
Yumlu bal kişand ku meha Remezanê meha kêfê nîne; meha îbadetê ye. Dûvre Yumlu wiha axavtina xwe domand: “Wekê gelek deran Şaredariya Mezin a Mêrsînê di Meha Remezanê de di bergeha ‘Şahîniya Remezanê’ de bername li dar dixe. Em vî wek tinazkirina bi dînê Îslamê re dibînin. Lewra divê ku Meha Remezanê wek meha îbadet û Qur’anê were dîtin. Lê berevajî ev bernameyên ku tên lidarxistin di saeta fitar û terawîhan de li dar dixin. Ev yek jî dibe sedema ku gel wextê xwe beredayî derbas dike. Divê ku însan di Meha Remezanê de ji manewiyatê re bixebite. Lê mixabin lidarxistina bernameyên fehş ên di Meha Remezanê de nefsê hartir dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê ev bê zanîn ku Remezan, meha kêfê nîne; meha îbadetê ye.”
“Meha Remezanê, meha qarnavalê nîne”
Serokê Şaxa Mêrsînê yê Diyanet-Senê Ahmet Gorgulu diyar kir ku Meha Remezanê wekê meha qarnaval û mîhrîcanê tê dîtin. Ev yek bi tu wechê nayê qebûlkirin.
Gorgulu destnîşan kir ku Meha Remezanê ji bo terbiya nefsê nehekî pir girîng e. Dûvre Gorgulu wiha la axavtina xwe zêde kir: “Wekê ku tê zanîn Meha Remezanê ew meh e ku arzu û hartiyê asateng dike, seb û sebatê hînê mirov dike, qedr û qîmeta nîmetan dide nîşanê mirov û nefsê terbiye dike. Divê ku mirov ji bo rizayê Xweda ji exlaqê xirab û helwestên çewt dûr bikeve. Di van salên dawî de bi taybet di şaredariyên mezin de Meha Remezanê hatiye guhertin. Li gelemperê welat di bergeha ‘Şahiniya Meha Remezanê’ de bername tên lidarxistin. Meha Remezanê, meha qarnavalê nîne. Meha Remezanê meha îbadetê ye.”
Serokê Şaxa Mêrsînê yê Cemiyeta Mustezefan Ercan Fîdan ji ber ku şaredarî bernameyên wiha lidar dixin bertek nîşan da û destnîşan kir armanca van bernameyan ew e ku gel bê dejenerekirin.
“Ev bernameyên çewt û bê exlaq ên ku di Meha Remezanê de tên lidarxistin nayên qebûlkirin”
Fîdan bal kişand ku ev bername zirarê didin maneviyatê. Dûvre Fîdan wiha pê de çû: “Meha Remezanê bi paşîv, fitar, terawîh, rojî, miqadesat û miqabeleyê tê zanîn. Di vî mehê de divê ku zexîra 11 mehên din were temînkirin. Lewra Meha Remezanê meha îbadetê ye. Pêwîst e ku Misliman vê mehê di nav maneviyatê de derbas bikin. Li hinek şaredarî bi taybetê şaredariyê çepgir di bergeha ‘Şahîniyên Meha Remezanê’ de bername lidardixin. Ev yek jî dibe sedema astengiya fêmkirina vî mehê. Wek STKyên Îslamî em van bernameyan bi tûndî şermezar dikin.” (ÎLKHA)