Xelkê Midyadê hêj di bin tesîra êrîşa bombeyî de ye
Piştî êrîşa bombeyî ya ku li Midyadê hat kirin re xelkê navçê tiştê ku hatiye serê wan anî ziman û diyar kir ew ji ber bi tesîra teqîneke pir bi şidet hejiya ne û ji PKKê re bertek nîşan dan.
Di derdora seat 10.50an de bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Midûrtiya Ewlehiyê ya Midyadê hat kirin.Li gor agahiyên dawî yên ku hatine wergirtin di êrîşê de 2 jê polês û 2 jê siwîl tevde 4 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 40 kesî jî birîndar bûn.
Xelkê Midyadê yê ku piştî êrîşê ji ÎLKHAyê re axivî di derbarê êrîşa bombeyî de hest û ramanên xwe anîn ziman û ji PKKê re bertek nîşan dan.
Hemwelatiyek ji ber êrîşa ku hatiye kirin xemginiyên xwe anî ziman û wiha bertek ji PKKê re nîşan da: “Bi izna Xweda ew ê nikaribin yekîtiya miletê me xera bikin.Ev êrîş û êrîşa ku li Stenbolê hat kirin me gelekî xemgîn kir.Em hêvî dikin cardin tiştekî bi vî awayî pêk neyên.”
Hemwelatiyê bi navê Hecî Salih Kayapinar jî ji êrîşa ku hatiye kirin bertek nîşan da û wiha axivî: “Xweda Teala him li vê dinyayê û him jî li axretê heqê vî milletî ji wan bistîne.Dawiya terorê nîne.Bila ev kes ji Xweda bitirsin.Zarokên biçûk dikujin.Em hemû bira ne.Me digel hev dû van axan qezenc kir.”
Xelkê Midyadê yê ku ji ber êrîşa ku hatibû kirin gelkî hêrs bûbû derheqê êrîşê de wiha axivî:“Xweda bela wan kesên ku vê êrîşê kirine bide.Zirareke mezin heye, êdî bese!”
Pîreka ku piştî êrîşa ku hatiye kirin ji PKKê bertek nîşan da wiha axivî:” Ev rezîltî ye, bi van re tirsa Xweda tune ye?Xweda bela wan kesên ku di vê Remezanê deve êrîşê kirine bide.”
Qîzeke ku ji bûyerê re bûbû şahid jî wiha peyivî: “Teqîneke mezin pêk hat.Camên malan şikiyan û em gelekî tirsiyan.Digel wesayîtê hewil didan bikevin ewlekariyê.Di wê demê de teqîn pêk hat.Ez ne şaşbim kesekî ku di kulubê de bû di wê demê de mir.”(ÎLKHA)