STKyên endamê Umut Kervani alîkariya malbatên mihtac kir
Komeleyên Merhamet Eliya Çewligê û Uhuvet-Dera Bêrecûkê alîkariya malbatên feqîr kirin.
STKyên endamê Platforma Kerwana Umudê alîkariyên xwe ya li malbatên feqîr didomîne. Komeleyên Merhamet Eliya Çewligê û Uhuvet-Dera Bêrecûkê alîkariya gelek malbatên feqîr kir.
Alîkariya Rahmet Elî
Merhamet Eliya Çewligê rapora xwe ya alîkariya meha gulanê bi raya giştî re parve kir. Komele di meha gulanê de di qîmeta 7 hezar û 260 lîre de alîkariya 55 malbatan kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Rahmet Eliyê Refîk Gonul di derhaqê rapora alîkariya meha gulanê de daxuyanî da. Gonul diyar kir ku wan wek komele di qîmeta 7 hezar û 260 lîre de alîkariya 55 malbatan kirine.
Gonulê ku di derbarê înfaqê de axivî wiha diyar kir: “Înfaq, şikir e, yanê dana qabilê nirxên ku Xweda lutfê me kiriye ye. Dema ku ev yek tê îfakirin Xweda dibêje ku dê lutfê ku daye me kêm nabe. Dê zêdetir bibe.”
Gonul wiha pêde çû: “Xweda ji kesên ku van alîkariyan kiriye re razî bibe. Xweda xêra wan qebûl bike. Xweda herkesê di heman aqil, hûş, qbiliyet û qiwetê de xulq nekiriye. Ji ber vî yekê di nabeyna însanan de ji aliyê aboriyê ve cudahî heye. Xweda ji kesên ku alîkariya malbatên feqîr kiriye razî bibe.”
Uhuvet-Derê alîkariya Remezanê li 100 malbatan kir
Komeleya Uhuvet-Derê destnîşan kir ku wek komele ji bo Meha Remezanê li 100 malbatan alîkarî kiriye. Serokê Lijneya Alîkariyê ya Uhuvet-Derê Erol Bozkurt di derbarê mijarê de axivî. Bozkurt wiha ragihand: “Di encama xebatên ku armanc ew bû alîkarî li malbatên feqîr were kirin de 100 qoliyên alîkariyê hat amadekirin. Ev qolî li malbatên ku di nav wan de Sûrî jî hebûn bi tevahî li 100 malbatan hat belavkirin. Xweda ji kesên ku alîkariya malbatên feqîr kiriye razî bibe.”
Bozkurt diyar kir ku bihayê qoliyekî ya ku hatiye belavkirin 120 lîre ye. Ji ber vî yekê Bozkurt bang li xêrxwazan kir ku ew jî alîkariyên xwe ragihînin feqîran. (ÎLKHA)