Êrîşkarê xwekuj ê ku hatibû binçavkirin hat girtin
Li Mêrdînê berî niha 2 kesên ku tê îddîakirin haziriya êrîşa xwekujiyê dikin hatibûn binçavkirin ku ji van 2 kesên binçavkirî kesek ji teref meqamên edlî ve hat girtin.
Ji 2 kesên şikdar ên ku di wan rojên borî de hatibûn binçavkirin kesê bi navê F.G. ji teref Edliyeya Mêrdînê ve hat girtin.
Her weke ku ew ê bê bîran yekineyên polêsan li Qoser û Artukluya Mêrdînê li dijî PKKê operasyon lidarxistibûn û di operasyona ku hatibû lidarxistin de M.G yê bi navê kod Cegerxwîn û F.G. yê bi navê kod Rûbar hatibûn binçavkirin.(ÎLKHA)