Li Şernexê şer: 1 gundparêz jiyana xwe ji dest da
Li herêma Qereqola Cendirmeyan a Gundê Yenî Aslanbaşara girêdayê Şernexê di nabeyna gundparêz û PKKyiyan de şer derket. Di encama şerê de gundparêzek jiyana xwe ji dest da.
Li herêma Qereqola Cendirmeyan a Gundê Yenî Aslanbaşara girêdayê Şernexê di nabeyna gundparêz û PKKyiyan de nîvê şevê şer derket. Di encama şerê de gundparêzek jiyana xwe ji dest da.
Gor agahiyên hatine bidestxistin şer di saet 01.00an de li herêma Qereqola Cendirmeyan a Gundê Yenî Aslanbaşara girêdayê Şernexê derket. Di encama êrîşa ku PKKyiyan bi çekên li gundparêzan kir de gunparêzek birîndar bû.
Birîndarê rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şernexê. Lê di gel hemî midaxaleyan birîndarî jiyana xwe ji dest da. (ÎLKHA)