Li Colemêrgê 20 PKKyî hatin kuştin
Serkantiya Giştî ya Leşkerî ragihand ku li çolwara navçeya Şemzînana Colemêrgê operasyona hewayî hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de 20 PKKyî hatine kuştin.
Serkantiya Giştî ya Leşkerî li ser malpera xwe ya fermî di derhaqê bûyerên li welêt de agahî da. Gor vê agahiyê di 03yê Hezîrana 2016an de di encama operasyonên hewayî yên ku hatine lidarxistin de 20 PKKyî hatine kuştin.
Her wiha hat belavkirin ku li Herêma Garaya Bakura Iraq û çolwara navçeya Lîceya Diyarbekirê mewzî, şikeft û penagehên PKKê yên ku hatibûn tespîtkirin di encama operasyonên hewayî de hatine îmhakirin.
Li Şernexê 3 cesedên PKKyiyan hat dîtin
Di derbarê lêgerînên ku li navenda bajarê Şernexê pêk tê de agahî wiha hat dayîn: “3 cesedên PKKyiyan yên ku berê hatibûn bê bandorkirin hat dîtin. Keleşek, 3 carcûr û 120 berik, 2 hezar 575 berikên Bîksiyê, melzemeyên ku di teqînê de tên dîtin (50 tûpên biçûk, 50 kg nîtrat, 300 m qablo, 16 boriyên metal, 3 beroş) hatine bidestxistin.”
Li Colemêrgê di operasyonan de 7 PKKyî hatin kuştin
Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku di operasyonan de 7 PKKyî hatine kuştin. Her wiha hat belavkirin ku 2 tivingên nîşangiran, Bîksiyek û 500 berikên wê, roketatarek û 4 mihîmatên wê, 2 keleş, 200 berikên uçaksavarê û melzemeyên cûr bi cûr hatine bidestxistin. (ÎLKHA)