Mînîbus teqle avêt: 6 mirî, 4 birîndar
Li Diyarbekirê di encama teqleavêtina mînîbusê de 3yê wî zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê mînîbusek teqle avêt. Di encama teqleavêtinê de 3yê wî zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin wesayîta bi pleqeya 30 E 1073yê ya ku ajovanê wê Sadik Salar (30) bû ji Mêrsînê diçû Colemêrgê. Lê ji ber sedemên ku nayê zanîn wesayît li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê teqle avêt.
Di qezaya ku pêk hat de gor agahiyên ewil yên ku hatine bidestxistin 3yê wî zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Piştî qezayê polês û ambulans ji bû ciyê qezayê hat sewqkirin. Cinazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Dermenkirina birîndaran didome. (ÎLKHA)