• DOLAR 32.507
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2444.034
  • ...
Ji Yapicioglu peyama Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebeta Meha Remezanê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di derbarê Meha Remezanê de peyamek weşand. Yapicioglu di peyamê de temenî kir ku Meha Remezanê ji Ummetê re mibarek bibe.

Zekeriya Yapicioglu di peyamê de diyar kir temeniya wî ew e ku Meha Remezanê ji Ummeta Îslamê re mibarek bibe. Dûvre Yapicioglu wiha axavtina xwe domand: “Hemd ji Xwedxa re ku me carek din gihandiye Meha Remezanê ku em ji feyz û bereketa wê baş îstîfade bikin.”

Yapicioglu bal kişand ew Qur’ana ku em mihtacê wê ne di Meha Remezanê de ji bo ku însan hizûr ewlehiyê bibîne hatiye şandin. Ji ber vî yekê Meha Remezanê gelek girîng e. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rojavaya ku ji nûra hîdayeta Qur’ana Pîroz mehrûm e ji bo ku zêdetir îstîsmarî û îfsad bike hewl dide ku gelên Misliman ji nirxên Îslamî dûr bike. Îro rewşa welatên Îslamî yên ku li wir gel ji nirxên xwe hatine dûrxistin, mafên wan hatine xespkirin, mal û warên wan hatine wêrankirin û her roj xwîn diherike diyar e.”

Her wiha Yapicioglu bal kişand ku ew Mislimanên ku hesab dikirin ku dê Mescîda Eqsa, Filîstîn û beldeyên Îslamê ji bin esareta zilm û kufrê xilas bikin bûn maşa kufrê û ji Qur’an û wehdetê dûr ketin. Bedela vî yekê jî wek mana di nav pençeyên zilmê kufrê de didin.

Yapicioglu belav kir ku Misliman ji îklîma manewiyatê hatine dûrxistin. Dûvre Yapicioglu wiha pêde çû: “Nifşa ku çi xweşê nefsa wê diçe û her wiha zewac, malbat, mahremiyet, rastî, fidakarî û her cûr nirxên civatê ji xwe re wek asteng dibîne mezin bû. Di şûna sadeyî, qenaet, fidakarî, exlaq û muhebbetê de dûrûtî, îsraf, xodbînî û hesûdî derket holê.”

Yapicioglu wiha dawî li peyama xwe anî: “Ji bo ku em ji feyz û berektê îstîfade bikin divê ku em van rojên jimareyî wek rojîgirtinê bizanin. Xwedê Teala vî yekê bike nesîbê me. Xweda rojiyên ku dê em bigirin û îbadetên me qebûl bike. Ez temenî dikim ku Meha Remezanê ji alema Îslamê re bibe wesîla xêrê û carek din jî hemd ji Xweda re ku me gihandiye vî meha mibarek.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir