• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Muhammed Elî kî bû?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Boksorê navdar ê Emrîkayî piştî ku bû misliman navê xwe yê Cassîus Marcellus Clay Jr. bi navê Muhammed Elî guhart. Muhammed Eliyê ku di jiyana xwe de rasta gelek zehmetîyan hatibû , nexasim jî ji ber ku beşdarbûna Herba Vîetnamê red kiribû cezayê pere û hebsê jê re hatibû dayîn û dû re jî temamê lîsansên wî hatibûn betalkirin.

Muhammed Elî di 17ê Çileya 1192an de li Kentucky Louisvilleyê hat dinyayê.Muhammed Eliyê ku eslê xwe Îrlandayî ye û Afro-Emrîkayî ye hêj 12 saliya xwe de boksê nas kir û di demeke nêz de têkete qeydên Şampiyonaya National AAU û Lepikên Zêrîn .

Elî di sala 1960an de li Romayê di pêşbirkeke sikleta sivik de madalyaya zêrîn qezenc kir  û digel vê qezenckirinê derkete lîga profesyonelan.Muhammed Elî di 18 saliya xwe de tevlî Olîmpîyatên Romayê bû  li wê derê jî madalyaya zêrîn qezenc kir û dûrê bi nav û deng bû.

Dema ku hîn bû tenê ji kesên spî re xizmet tê dayîn madalyaya xwe avête çem

Muhammed Elî her çi qas boksorekî baş bû  bi heman awayî xwediyê legengeke baş û xweş bû. Di sala 1960an de piştî olîmpiyatan 2 rojan Muhammed Elî çû lokanteyekê.Elî dema ku hîn bû li wê lokantê tenê ji kesên spî re xizmet tê dayîn madalyaya xwe ya zêrîn avête Çemê Ohîo. Di şûna vê madalyayê de di sala 1996an de li Olîmpiyatên Atalantayê de madalyayeke din jê re hat dayîn.Muhammed Eliyê ku cara ewil li derveye Emrîka, li Londrayê derdiket pêşbirkê ji ber ku Kralîçe Elîzabeth tenê bi reqîbê wî re hevdîtin kir  ji rewşê re bertek nîşan dabû  û  berîya maçê diyarkirbû ‘Ez ê bibim kralê boksoran.’

“Cara ewil yekî spî min hembêz dike”

Muhammed Eliyê ku bîranîneke xwe ya Londrayê dianî bi bîr digot ‘Cara ewil yekî spî min hembêz dike.’ Muhammed Eliyê ku dû re berê wî ketibû Stenbolê li Mizgefta Sultan Ehmedê Nimêja Înê eda kir û digel Erbekan Xoca xîtabî bi deh hezaran kesî kir.

Îslamê qebûl kir

Dema ku emrê wî bû 22, di sala 1964an de S. Lîstonê têk bir û bû şampiyonê cîhanê.Muhammed Elî piştî vê şampiyonayê diyar kir ku ew dînê xwe guhartîye û Îslamê qebûl kiriye û her wiha navê xwe jî wek Muhammed Elî guhartiye.Piştî vê yekê mecbûr ma ku di navberên salên 1967- 1970an de navberê bide boksê.

“Vîetnamî tu xerabî û nebaşî bi min nekirin ku ez bi wan re şer bikim”

Muhammed Elî dema ku wî wek esker gazî herba Vîetnamê kiribûn wî beşdarbûna şer red kiribû û wiha gotibû “Vîetnamî tu xerabî û nebaşî bi min nekirin ku ez bi wan re şer bikim.”Ji ber vê yekê 5 sal cezayê hebsê û 10 hezar dolar ceza dan wî.Ji bilî van lîsansên wî hatin betalkirin û dest danîn li ser pasaporta wî.Ji ber vê yekê jî diyar kir ku ew îflas kiriye.Debara xwe bi navberiya malbata xwe û bi hewildanên xwe kir.

Di navbera wî û  Malcom X de pêwendiyên  nêz çêbûn

Muhammed Elî piştî vê pêvajoyê zanîngeh bi zanîngeh geriya û Îslamê teblîx kir û bi karên bi xêr mijûl bû.Her wiha di navbera wî û  Malcom X de pêwendiyên  nêz çêbûn.

Muhammed Elî di sala 1970an de doza temyîzê qezenc kir û cardin vegeriya boksê. Bi vegera xwe di sala 1971an de derketa ‘Pêşbiraka Esrê’ û cara ewil di kariyera xwe ya profesynel de mexlûb bû.Piştî vê heyamê gelekî xebitî û Ken Nortonî mexlûb kir û rovanşeke nû bi dest xist.

Muhammed Elî piştî vê heyamê beşdarî gelek pêşbirkan bû û di encama van pêşbirkan de bû boksorê ewil yê ku  3 caran li ser hevdû şampiyona dinyayê bi dest xistiye.

Muhammed Elî di sala 1978an de wek şampiyon dev ji  boksê berda. Dû re digel nexweşiya parkînsonê ku wî vê yekê vedişart, bi heqê xwe beşdarî du pêşbirkên mezin bû û di wan pêşbirkan de mexlûb bû.Her du reqîbên wî yên di wan pêşbirkan de jî şampiyonên wan deman bûn.

Muhammedd Elî di sala 1964, 1974 û 1978an de sê caran şampiyontiya boksa giran qezenc kir û vê serketîbûna xwe li hemberî reqîbên xwe 19 caran muhafeze kir. Elî di heyata xwe da derkete  61 pêşbirkî û di 56 pêşbirkan de qezenc kir.

Mihemed Elî ji ber ku nexweşîya Parkînsonê pê ra hebû wî rakiribûn nexweşxanê ku îro hat hînbûn boksorê navdar Muhammed Eliyê ku temena xwe ya 74 salî bi mucadeleyên mezin borandiye îro çû rehma Xwedê.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir