• DOLAR 32.371
  • EURO 34.945
  • ALTIN 2390.987
  • ...
Li Girtîgeha Vekirî ya Akçaqaleyê îddîaya îhmalkariyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyerên îhmalkariyê û îxlala heqan ên li girtîgehan cardin hatin rojevê.Di bûyera herî dawî ya ku li Girtîgeha Vekirî ya Akçaqaleyê pêk hatiye de hat îddîakirin nêzî 20 mehkûm bi êşa zirav ketine.

Naskiriyên mehkûman ên ku ÎLKHAyê gihaşte wan di derbarê mijarê de diyar ji ber ku ew 20 kes di wextê wê de nehatine tedawîkirin bi êşa zirav ketine û ew  mitala dikin ku hejmera mehkûmên bi êşa zirav zêde bibe.

Bila ji Wezareta Dadê re mesref derneyê

Hat îddîakirin  rayedarên girtîgehê ji bona mesref ji Wezareta Edaletê re derneyê û ji bona ku îhmalkariyên ku hatine kirin di çapemeniyê de dernekevin mehkûmên ku bi êşa zirav ketine neşandine nexweşxanê.

Mahkûm ji ber ku ditirsin cardin wan bişînin girtîgeha girtî newêrin bipeyivin

Hat ragihandin kesên mehkûm en ku bi êşa zirav ketine ji ber ku ditirsin wan cardin bişînin girtîgeha girtî newêrin biaxivin û nexweşiya xwe vedişerin.Ji ber veşartinê jî hat ragihandin hejmera nexweşan derketiya 20an ku ji zêdebûna vê hejmera tê endîşekirin.

Heba serêşê dane nexweşê bi êşa zirav û jê re gotine ‘Bi van îdare bike’

Naskirîyên mehkûmên nexweş di berdewama axavtina xwe de di derheqê mijarê de diyar kirin wezîfedarên tenduristiyê yên girtîgehê qet bi tendurîstiya însanan eleqedar nabin û tenê heba serêşê dane nexweşê bi êşa zirav û ji wan re gotine ‘Bi van îdare bike.’Dû re hat hînbûn naskiriyê mehkûmekî dilekçe daye Serdozgeriyê û wî mehkûmî ji bona tedawiyê birina Enqerê.

Naskirîyên mehkûmên nexweş di berdewama axavtina xwe de wiha axivîn: “Dema ku şexsek li girtîgehê nexweş dikeve, mesrefê wî nexweşî aîdî Wezareta Edaletê ye.Ne tenê şexsek, nêzî 20 nexweşî.Heger ev yek ji teref Wezareta Edaletê ve bên bihîstin dibe ku ev girtîgeh bê girtin.Ji ber vê yekê rêveberiya girtîgehê kesên nexweş nabe nexweşxanê.Ev bû bi salan di girtîgehê de ne , dû re wan neqlî girtîgeha vekirî kirin.Heger ku tiştekî ne li rê çêbibe dibe ku wan cardin bişînin girtîgeha girtî.Ji ber vê tirsê kesên  mehkûm newêrin heqên xwe bigerin.”

 “Ji Qastamoniyê mehkûmek anîn, xwîn diverişiya”

Çavkaniya/ê me di derbarê mijarê de diyar kir îhmalkariyên mîna vê li gelek girtîgehên Tirkiyê hene û wiha dawî li axavtina xwe anî : “Gelek mehkûmên nexweş di girtîgehê de hene, lê nikarin heqên xwe bixwazin.Herî dawî mehkûmek ji Qastamoniyê anîn ku ew mehkûm xwîn vedirişiya.”

Ji bona ku em îddîayan lêkolîn bikin me bi Serdozgeriya Akçaqaleyê re axivî û ji me re destnîşan kir ku berpirsiyariya girtîgehê ya girtîgeha ku qala wê tê kirin aîdî Serdozgeriya Rihayê ye û  ew cardin diyar kir ku ew ji ber vê yekê naxwaze biaxive.Piştî vê geşedaniyê me dîlekçeyek ji Serdozgeriya Rihayê şand da ku em di derbarê mijarê de agahiyan werbigirin.Lê serdozgerî  diyar kir ji ber ku karê wan zêde ye nikarin bi me re hevdîtinê bikin. Serdozgeriya Rihayê piştî vê yekê  ji ser Berpirsiyarê Çapemeniyê ya Serdozgeriya Rihayê bersiva îddîayan da.

Hat ragihandin li Girtîgeha Vekirî ya Akçaqaleyê ya ku qala wê tê kirin  di van rojên dawî de lêkolîn hatine kirin û mehkûmekî ku lê nexweşî peyda bûye şandine tedawiyê û ji bilî vî mehkûmî tu mehkûmên nexweş nemane.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir