• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Şahiya zarokên sêwî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera ku ji sala 2009an pê ve alîkarî li gelek malbatên mexdûr dike di begeha qempanyaya ‘Sêwiyekî jî tu kêfxweş bike’ de sêwî û malbatên wan bir qada pîknîkê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Sertaç Tekdal di derbarê pîknîkê de agahî da. Tekdal destnîşan kir ku wan şiûra xwedîderketina li sêwî û hêtîman ji Îslamê girtine. Tekdal bal kişand ku Xweda hêtîman wek emanet daye Mislimanan.

 “Sêwîyekî jî tu kêfxweş bike”

Tekdal qala xebatên di bergeha projeyên “Sêwîyekî jî tu kêfxweş bike” de tê amadekirin kir. Tekdal wiha axivî: “Em hewl didin ku sêwî bikelijin hev û niyaziyên wan werin temînkirin. Xweda dixwaze ku em sêwiyan kêfxweş bikin. Ji ber vî yekê me pîknîkek saz kirin. Armanca me ew e ku em zarok û malbatan memnûn bikin.”

Her wiha Tekdal diyar kir ku ev pîknîka ku ji teref Yetîm-Derê ve ji bo 50 malbatên ku ji navçeyên Baglar, Sûr, Kayapinar û Yenîşehîrê werdigire û vî pîknîkê tîmekî 200 kesî pêk aniye.  

 “Di dinyaya ku li wir hêtîm û sêwî kêfxweşin de herkes di selametê de ye”

Tekdal diyar kir armanca wan ew bû ku ekîbek 400 kesî bû lê ji ber ku mekteb hebû hinek xwendekar nehatine. Dûvre Tekdal wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di beriya me de Meha Remezanê heye. Di Meha Remezanê de divê ku mirov zêdetir li sêwî, mehzûn û mezlûman binêre. Di vî bergehê de şdê him em qoliya erzaqê belav bikin û him jî alîkariya cil û bergan bikin. Ji ber vî yekê em bendewar in ku gel di derbarê vî yekê de piştgirî bide me. Di dinyaya ku li wir hêtîm û sêwî kêfxweşin de herkes di selametê de ye.”

Her wiha Tekdal anî bibîranîn ku niyaziya sêwiyan bes madî nînin. Divê ku ji aliyê derûniyê ve jî sêwî û hêtîm werin piştgirîkirin.

 “Cara ewil e ku ez hawîrekî wiha dibînim”

Dayîka xwediyê sêwiyan Mekîye Bars diyar kir ku bi wesîla Yetîm-Derê hatine pîknîkê. Ji ber vî yekê wê ji Yetîm-Derê re teşekûr kir. Her wiha Bars destnîşan kir ku Yetîm-Der di derbarê her mijarê de alîkariya wan dikin. Dûvre Bars wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zarokên min bi şiklekî baş lîstin û kêfxweş bûn. Cara ewil e ku ez hawîrekî wiha dibînim.”

 “Ji ber ku min şahiya zarokên xwe dît ez gelek kêfxweş bûm”

Gazal Kaya diyar kir ku ew ji organîzasyona Yetîm-Derê gelek kêf xweş bûne. Dûvre Kaya wiha pêde çû: “Hestekî gelek xweş e. Dema kum in zarokên xwe dît ez gelek kêfxweş bûm. Zarokên min hewa sitandin. Lîstin û kêfxweş bûn. Xweda ji wan razî bibe. Cara ewil e ku ez hawîrekî wiha dibînim. Min par mêrê xwe ji dest da. Min zehmetî di derbarê madî û manewî de kişand. 2 zarokên min diçin dibistanê. Ez nikarim mihtaciyên xwe temîn bikim. Komele alîkariya min dikin.”

Hayriye Xanim jî wiha axivî: “Em 4 kes in. Rewşa me ya aboriyê zêde baş nînin. Dîsa jî hemd ji Xweda re. Em jiyana xwe didomînin. Bes bila însan di rêya rast de bibe û hevdû neşikîne. Ez dixwazim ku zarokên min di rêya Xweda de bibin. Di rêya Qur’anê de bibin.”

Mehmet Efe diyar kir ku ew bi malbata xwe re hatiye pîknîkê û Yetîm-Der xwedî li wan derdikeve. Efe destnîşan kir ku ew cara ewil e ku wiha dilîze.

Yusufê ku firfirok difirand ragihand ku we hêtîm e û ew bi dayîka xwe re bi wesîla Yetîm-Derê hatiye pîknîkê. Wî diyar kir ku ew gelek kêfxweş e.

 “Ez top dilîzim, firfirok difirînim”

Humeysayê ku di pîknîkê de dilîst wiha axivî: “Ez top dilîzim, firfirok difirînim. Ez bi dayîka xwe re hatim vir. Berê ez nehatibûm vir. Wextê min gelek baş derbas dibe.”

Hatîce Kaya jî belav kir ku ew di pîknîkê de xweş wext derbas dikin. Dûvre Kaya wiha pêde çû: “Ez ji sibê heta niha dilîzim. Xwarin dixûm. Ez bi hevalên xwe re gelek kêf xweş im.” (ÎLKHA)


 



































































Bu haberler de ilginizi çekebilir