• DOLAR 32.495
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2441.303
  • ...
 "Çawa qêmîşî zarokan kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li navçeya Silopiya Şernexê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de teqemeniya ku berî niha hatibû bicîkirin ji teref PKKyiyan ve hatibû înfîlakkirin û di teqînê de 4 siwîl jiyana xwe ji dest dabûn û 27 kes jî birîndar bûbûn. Ji 29 kesên ku li navçeya Silopiya Şernexê di êrîşa PKKyiyan de birîndar bûbûn 9 kes piştî tedawiyê ji nexweşxanê hatin derxistin.Birîndarên din jî li nexweşxaneyên Êlih, Silopî û Diyarbekirê tên tedawîkirin.

Tedawiya 4 polêsan, Yûsuf Bîrlîka 6 mehî û pismamê wî yê bi navê Yakup Bîrlîk û Emîrhan Sakarê 7 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê berdewam dike.Yusuf Bîrlîkê ku di dema teqînê de di hemêza dabîra xwe Helîme Bîrlîk de bû ji ber perçeyên şarapnalê birîndar bû.

“Çawa qêmîşî zarokan kirin”

Yusuf Bîrlîkê 6 mehî yê ku mexdûrê herî biçûk a teqînê ye ji rexekî ve bi memika xwe dileyze û ji rexê din ve jî ji derdora xwe re dikene.Ozlem Bîrlîka ku dêya Yusuf Bîrlîkî ye tirsa ku ew jiyanê bi kelegirî ji ÎLKHAyê re anî ziman.

Bîrlîk di destpêka axavtina xwe de diyar kir ew dêya 3 zarokan e û digel xwesûwa xwe di heman malê de dimînin.Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hinek zarok li bexçê bûn û hinek jî li derve bûn.Digel teqînê qey qiyamet rabû.Di êrîşê de xwezûr, qîza jîntiya min û cîrana min jiyana xwe ji dest dan.Çawa qêmîşî zarokan kirin.”

Di êrîşa ku hatibû kirin de ji bilî Yusuf Bîrlîk her wiha Halîme Bîrlîk jî birîndar bû.Halîme Bîrlîka ku giran birîndar bûbû rakirin nexweşxaneya li Êlihê.Mîthat Sakarê ku bavê Emîrhan Sakar e di derbarê lawê xwe yê 7 salî de diyar kir ew di şaredariya Silopiyê de dixebite û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ez dixebitîm ez hîn bûm ku zarokê min birîndar bûye. Di êrîşa ku hat kirin de zarokê min û biraziyê min ê 23 salî birîndar bûn.Biraziyê min hatibû mala me mêvandarîyê.Her du jî dema ku li hewşê bûn teqîn pêk hatiye û birîndar bûne.”

Rewşa Yakupî a niha baş e

Hat hînbûn di êrîşa ku hatiye kirin de dê û bavê Yakup Bîrlîkê yek salî jî birîndar bûne.Hat hînbûn rewşa Yusuf Bîrlîk a niha baş e.Yakup Bîrlîk piştî ku li nexweşxanê hat tedawîkirin re ew ê wî bişînin ba diya wî ya ku li Diyarbekirê tê tedawîkirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir