• DOLAR 32.458
  • EURO 34.766
  • ALTIN 2439.947
  • ...
Di salvegera Mavî Marmarayê de 'Meşa Qudsa Azad'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qelebalixa ku ji Tunela Beyogluya Stenbolê heta Qada Galatasarayê meşiyan êrîşa sala 6 emîn a ku li Mavî Marmarayê hatibû kirin protesto kirin.

Qelebalixa ku li ser Cadeya Îstîklalê panqart û dovîz vekirin û Îsraîlê protesto kirin heta li ber Serokkonsuliya Ûris meşiyan û sloganên ‘Qetîl Ûris! Ji Sûrî biqewite!’ hat avêtin. Dûvre kom bi alên Tirk û Filîstînê wek slogan ‘Filîstîn tenê nînin’ hat avêtin.

Di meşînê de bang hat kirin ku embargoya li ser Filîstînê were rakirin û navê 9 kesên ku di Keştiya Mavî Marmarayê de jiyana xwe ji dest dabûn hat xwendin. Di meşa ku ji teref ÎHHyê ve hat lidarxistin û gelek sazî beşdarbûbûn de Serokê ÎHHyê Bulent Yildirim axavtinekî kir.

Yildirim wiha destnîşan kir: “Dîn û mezheba însanên belengaz û mezlûm çi dibe bila bibe em cem kesên mezlûm û belengaz in. Heke kesê ku zilm dike wekê Esad, heke Yahûdî bibe wekê Netenyahu, Xirîstyan bibe wekê Obama ku li ser serê zarokan bombe dibarîne em dê dijî wan bibin yek û dê em li rexê mezlûman bibin.”

 “Bila Keştiya Mavî Marmarayê bibe muze”

Yildirim pêşniyaz kir ku bila Keştiya Mavî Marmarayê ji teref Wezaretiya Çand û Hûnerê ve wek muze were hesibandin. Dûvre Yildirim wiha pê de çû: “Bila Keştiya Mavî Marmarayê bibe muze Mavî Marmara perçekî meşa me ya Filîstînê ye. Meşa me Mescîdê Eqsa ye. Meşa me Quds e. Meşa me Iraq, Sûrî, Turkistana Rojhilat e. Meşa me ji bo hemî mezlûmên li ser rûyê dinê ye. Em ji Mavî Marmarayê wek xelat bidin Wezaretiya Çand û Hûnerê. Di Keştiya Mavî Marmarayê de bes Misliman tunebûn. Yahûdî û Xirîstuyan jî hebûn.” (ÎLKHA



















Bu haberler de ilginizi çekebilir