Roketên ku ji hêla Sûriyê hatin avêtin îsabetî Entabê kirin
2 berikê roketên ku tê diyarkirin ji hêla Sûriyê hatine avêtin li Entabê îsabetî zeviyeke vala kirin.
Hat ragihandin 2 berikê roketên ku tê diyarkirin ji hêla Sûriyê hatine avêtin îsabetî zeviyeke li kêleka Balafirgeha Entabê kirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer di derdora seat 10.45an de pêk hat.Di bûyerê de tiştek bi tu kesî ne hat.
Her weke ku ew ê bê bîran doh di derdora seat 18.00an de 3 roketên katyuşa yên ku ji hêla Sûriyê hatibûn avêtin îsabetî navçeya Elbeyliya Kilîsê kiribûn.Ji ber îsabetkirina roketan 3 jê zarok tevde 5 kes birîndar bûbûn.(ÎLKHA)