Li Rêbeja Çamliyayla-Tarsûsê hêlan çêbû
Li Rêbeja Çamliyayla-Tarsûsê ji ber ku zêde baran barî hêlan çêbû. Di encama hêlanê de rê ji bo demekî kurt hat girtin.
Li Rêbeja Çamliyayla-Tarsûsê ji ber ku zêde baran barî hêlan çêbû. Di encama hêlanê de makîneya îşê ya ku di heman rêyê de dixebitiya nekarî xwe li ber herrîkê bigire û wegeriya vav nawelê.
Gor agahiyên hatine bidestxistin doh piştî nîvro şilî dest pê kir. Ji ber tundiya şiliyê heyelan çêbû û Rêbeja Çamliyayla-Tarsûsê hat girtin. Rêya ku ji ber perçeyên zinaran hat girtin ji bo demekî kurt ji trafîkê re girtî ma. Piştî ku perçeyên zinaran hat rakirin dûbare rê ji trafîkê re vebû.
Her wiha ji ber tûndiya şiliyê makîneya ku ji bo rakirina perçeyên zinaran dixebitiya xwe li ber herrîkê nekarî bigire û wegeriya vav nawelê. Operatorê makîneyê bê birîn ji qezayê xelas bû. Robara ku ji ber hêlanê hat girtin ji teref makînekî îşê ya din ve hat vekirin. (ÎLKHA)