Koma Îdeal Gençlîkê ji kesên mexdûr re alîkarî kir
Koma Ciwanên Îdeal(İdeal Gençlik Topluluğu) ji kesên mexdûr ên ku ji ber pevçûnên heremê hatine li Êlihê bi cî bûne re alîkarî kir.
Koma Ciwanên Îdeal a Zanîngeha Êlihê bi navberiya Banqeya Erzaqê ya Umûd-Derê ji 20 malbatê ku ji ber pevçûnan mexdûr bûne û hatine li Êlihê bi cî bûne re alîkariya erzaqê kir.
Serokê Koma Ciwanên Îdeal ê Zanîngeha Êlihê Faxredîn Turgut di derbarê alîkariyên ku kirine de diyar kir ew vê alîkariyê bi navberiya Umûd-Derê kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Weke ku tê zanîn me di 20 Nîsanê de bernameya Wîladeta Pîroz tertîp kiribû û di bernamê de jî ji bona kesên hewcedar kermes vekiribû. Me bi wan pereyên ku ji kermesê hatin ber destê me ji bona 20 malbatên feqîr û jar koliyên erzaqê amade kir û van koliyan ji kesên hewcedar re belav kir.Ew ê ev alîkariyên me berdewam bikin.”
Kesên ku alîkariya erzaqê ji wan re hat kirin ji endamên komê re teşekkur kirin û kêfxweşiyên xwe anîn ziman.(ÎLKHA)