Li Îtalyayê ciwanên Misliman di seyranê de hatin cemhev
Li bajarê Trîesteya Îtalyayê ji teref Weqfa Seîdê Nursî ya ku karûbarên xwe yên Îslamî birêve dibe ve pîknîk hat lidarxistin. Di pîknîkê de ciwanên Misliman hatin cemhev.
Weqfa Seîdê Nursî ya ku karûbarên xwe yên Îslamî li bajarê Trîesteya Îtalyayê birêve dibe bi navê ‘Divê ku ciwanên Misliman çawa bibin’ bername lidar xist. Di bernamê de ciwan hatin cemhev.
Di seyranê de Xoce Veysel Aydemîr di derbarê girîngiya nimêj û aktîvîteyên civakî de axivî. Aydemîr wiha destnîşan kir: “Xweda ji we ciwanan razî bibe. Divê ku em ji nîmetên Xwedê Teala daye me re şukir bikin û nasnameya xwe ya Îslamî li her derê bidin nîşandan. Ferq nake ku ev seyran an jî tiştekî din bibe. Xweda lingên ciwanên me li ser rêya Îslamê de bişidîne.” (ÎLKHA)