Xwendekarên medresê têketin ezmûnê
Xwendekarên ku di medereseyên Herêma Anadola Başûrê Rojhilatê de dixwînin doh li navçeya Kayapinara Diyarbekirê têketin ezmûnê.
Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê do ji teref Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhad’ul Ulema) ve ji bi xwendekerên ku di medreseyên Herêma Anadola Başûrê Rojhilatê de dixwînin ezmûn hat lidarxistin.
Azmûn doh li navçeya Kayapinara Diyarbekirê di lîsekî taybet de hat lidarxistin. Ezmun 90 deqîqe ajot. Ezmûn di 3 qategoriyên wekê ‘Suyutî, Şerh’ul Mugnî û Avamîlê de pêk hat. Dê ji bo xwendekarên ku dê têkevin pileyê xelat were dayîn.
Sekreterê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Muhemmed Ozer diyar kir ku bi dayîna xelatê ya xwendekaran armanca wan ew e ku însanan teşwîqê medreseyan bikin.
Ozer anî bibîranîn xwendekarên her medreseyan dikarin têkevin vî ezmûnê. Dûvre Ozer wiha pêde çû: “Wek Îttîhad’ul Ulema me par dest bi van ezmûnan kir. Ev ezmûna 2 yemîn e ku Îttîhad’ul Ulema lidar dixe. Xwendekarên medereseyan gor dersên ku dîtine beşdarê ezmûnê dibin. Em di warê dersên ku xwendekar dibînin wan diceribînin. Em bes ezmûnê lidardixin û pirsan tînin bibîranîn.”
Endamê Damezrênerê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Abdurrahman Ozekîncî destnîşan kir nêzê 100 salan e ku di medreseyan de ezmûnên wiha nayên lidarxistin. Dûvre Ozekîncî wiha axivî: “Ev cara yekem e û em ji vî yekê hêvîdar in. Înşaellah dê ev ji pêşeroja medreseyan re bi xêr bibe. Ev ezmûn dê ji bo hînbûna ilmê bibe unsûrekî gelek girîng.” (ÎLKHA)