• DOLAR 34.659
  • EURO 36.564
  • ALTIN 2956.712
  • ...
Salîh Kayayê ku PKKyiyan wî qetil kiribû hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Salîh Kayayê ku li bajêra Charleroiya Belçîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû şehîdkirin  li gundê Gêra Cafera Kerboranê bi şîn û girînê hat definkirin.

Naaşê şehîd ji teref hezkirî û naskirîyên wî ve ji Balafirgeha Êlihê hat girtin û naaşê wî bi şiklê konvoyê bi ber gundê Gêra Cafera Kerboranê ve birin.Di dema definkirina şehîd de Abdurrehman Kayayê ku bavê wî bû, Delal Kayayê ku dêya wî bû, malbata û naskirîyên wî jî beşdarî merasîma cenaze bûn.

M.Salih Kaya bi şîn û girînê ji teref naskirî û hezkiriyên wî ve li goristana gund hat definkirin.

Piştî definkirina cenaze Mela Beşîr Şîmşek axavtinek kir.Şîmşek di axavtina xwe ya kir de diyar kir tu zirara M.Salih Kaya ji tu kesî re tune bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku birayê me M. Salih Kaya ehlê îmanê bû û xwedî li dînê derdiket hat şehîdkirin.Hemû kes dê rojekê bimire.Kafir jî zalim jî ew ê bimirin. An ew ê ev qebra me li gor amelên me bibe bexçeyeke cenetê yan jî ew ê ji çalên cehenemê bibe çalek.Ew ê hemû kes têkeve vê çalê.Bila hemû kes ji vê re hisaba xwe bike.Miheqeq Xweda Teala ew ê heqê hemû  kesî bi heqê wê bide.Em bawer dikin ku Salih Kaya şehîd e.Şehîdî ne mirin e.”

 “Me li gundê xwe şehîdê xwe yê 14emîn da”

Mehmet Kayayê ku kekê Şehîd M. Salih Kaya bû di derbarê birayê xwe de diyar kir birayê wî berî vê 4 salan ji bona bixebite çûye Belçîkayê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Birayê min li Belçîkayê ji teref çeteyên ku girêdayê çeteya xiyanetê ne ve bi xaîntî û bi qaleşane hat şehîdkirin.Hemû kes şahid e ku tu zirara birayê min negihaştiye tu kesî. Birayê min tenê bi kar û îmana xwe û bi Qur’anê mijûl dibû. Di her meha gulanê de şînek muheqeq dikeve nava gundê me. Li vî gundî ev bû şehîdê 14emîn ku me daye.”

Kaya di berdewama axavtina xwe de ji kesên rayedar xwest ku qatil bên qefaltin û wiha pê de çû: “Em teleb dikin kesên rayedar li pey vê yekê birawestin.Qetilkirina birayê min dişbihe qatilkirineke organîze kirî. Di cihekî de derketina pêşîya birayê min û wî qetil kirine.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir