• DOLAR 32.451
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2440.144
  • ...
Gelê Sûrê: Em naxwazin dûbare mexdûr bibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku ÎŞKUR nişteciyên navçeya Sûra Diyarbekirê yên ku ji ber pevçûnan mexdûr bûbûn û mecbûr mabûn malên xwe terk kiribûn îstîhdam kir alîkariya kirê ya ku ji ber mexdûriyeta wan li wan dihat kirin hatiye birîn. Ji ber vî yekê wan wek mexdûr diyar kirin ku dûbare naxwazin wekê berê mexdûr bibin.

 “Alîkariya ku ji bo kirê dihat kirin hat birîn”

Di derbarê mijarê de ji nişteciyan Îsmaîl Bayoba ji ÎLKHAyê re axivî. Bayoba wiha diyar kir: “Ji bo avahiyên xirabe lijne hatin û di derbarê mijarê de rapor girtin. Lê dûvre dê çi bibe di derbarê vî yekê de deng ji dewletê dernakeve. Em gelek mexdûr bûn. Ji teref ÎŞKURê ve bi şiklekî demborî me me girtin îş. Lê alîkariya ku ji bo kirê li me dihat kirin hat birîn. Em malaên xwe dixwazin. Em ne pere û ne jî îş naxwazin.”

 “Mala me bi eşyayên me re wêran kirin û me ji gelek tiştan mehrûm hêştin”

Bayoba destnîşan kir ji ber pevçûnên kû ji teref PKKê ve hat destpêkirin ew gelek mexdûr bûne. Dûvre Bayoba wiha li axavtina xwe zêde kir: “Înşaellah vê carê em ji teref dewletê ve nayên mexdûrkirin. Em çûn qeymeqamtiya Sûrê. Me li ber deriyê dan sekinandin. Memuran ji me re gotin; ‘Hûn nikarin têkevin hindir. Daxwaziya we çiye ji me re bibêjin.’ Walîtî û Alîkariya Civakî jî bi me re eleqeder nabe. Em nizanin dê em çi bikin. Em mafên xwe dixwazin. Mala me bi eşyayên me re wêran kirin û me jig elek tiştan mehrûm hêştin.”

 “Bila dewlet were rewşa me bibîne”

Ji nişteciyên Sûrê Recep Gorkan wiha destnîşan kir: “Li navçeya Sûrê 2 avahiyên min hene. Di teke wî de memûr rûdinê. Ya din jî xerab bûye. Niha ez li derve dimînim. Ez nikarên kirêya xwe bidim. Lawekî min hildan ÎŞKURê. Ji berk u wî hildan ÎŞKURê alîkariyê birîn. Lawê min perê ku distîne ji xwe re xerc dike. Rewşa me baş nînin. em nizanin gelo çi bikin. Bila dewlet were rewşa me bibîne.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir