• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Bi fetha Diyarbekirê  Îslam belvê Anadol û Ewrûpayê bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebata salwegera Fetha Diyarbekirê ji teref Komeleya Ciwaniya Anadolê ve (AGD) bernameya ‘Fetha Diyarbekirê’ hat lidarxistin. Di bernamê de bal hat kişandin ku bi fetihkirina Diyarbekirê re Îslam belvê Anadol û Ewrûpayê bûye.

Ji teref AGDê ve di Salona Werzişê yê Zîya Gokalpî de bernameya ‘Fetha Diyarbekirê’ hat lidarxistin. Gelek STKyên Îslamî, nivîskar û nûnerên partiyan beşdarê bernemê bûn.

Bi sînevîzyonê qala pirsgirêkên belengazî, şer, tundî û tendirustiyê hat kirin. Dûvre bal hat kişandin divê ku di vî pêvajoya zor û zehmet de Misliman di bin sîwana Îslamê de bi hev re bijîn. Her wiha di sînevîzyonê de qala girîngiya Fetha Diyarbekirê hat kirin.

Di bernameya ku bi Tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir de Serokê Giştî yê AGDê Salîh Turan axivî. Turan diyar kir ku bi fetha Diyarbekirê re Îslam belvê Anadol û Ewrûpayê bûye. Dûvre Turan axavtina xwe wiha domand: “Dema ku em di nav kûçe û kolanên Diyarbekirê de dizvirin em rêçên Pêxember û Sehabiyan dibînin. Diyarbekir beriya 1700 salî ji teref Sehabiyan ve hatiye fetihkirin. Bi fetha Diyarbekirê re deriyê Anadolê ji Îslamê re vebû. Îslam jî ji Diyarbekirê gehişt Ewrûpayê.”

Serokê Diyarbeirê yê AGDê Abdurrahîm Ergîn axavtin kir. Ergîn di axavtina xwe de alim û fermandarên Îslamê anî bibîranîn û diyar kir ku beriya Îslamê li ser rûyê dinê zilm û zext hebûye.  

Ergîn bal kişand ku ew dixwazin Diyarbekir bi Pêxember û Sehabiyan were bibîranîn. Dûvre Ergîn axavtina xwe wiha domand: “Em dixwazin ku Duyarbekir bi nirxên xwe were bibîranîn. Ez dixawazim ku li ser rûyê dinê îman, heq û edalet saz bibe. Ez fetihkirina Diyarbekirê ya ku ji teref Sehabiyan ve pêk hatiye pîroz dikim.” (ÎLKHA) 









































Bu haberler de ilginizi çekebilir