Rêvebirê KDPê digel silavên Mesûd Barzanî hate kongreya HUDA PARê
Ji Kurdistana Başûr Rêvebirê KDPê Ehmed Kanî beşdarî Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê bû. Ehmed Kanî di axavtina ku di kongreyê kir de diyar kir ew ji Kurdistana Başûr silavên Barzanî ji wan re aniye.
Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê îro di seat 10.00an de bi keleceneke mezin û digel beşdarbûna gelek mêvanên ji nava welêt û derveyê welêt dest pê kir. Ji Kurdistana Başûr Rêvebirê KDPê Ehmed Kanî jî beşdarî bernamê bû. Ehmed Kaniyê ku beşdarî kongreyê bû axavtinek kir. Kanî di axavtina xwe de diyar kir ew ji Kurdistana Başûr silavên Mesûd Barzanî ji wan re aniye.
Kanî di axavtina ku kir de ji HUDA PARê serkeftin daxwaz kir.(ÎLKHA)