Tacîzkerê Egîtîm-Senî yê ku arîkarê midûrê mektebê bû hat girtin
Arîkarê midûrê mektebê yê ku derket holê li mektebê 10 xwendekaran tacîz kiriye ji teref mehkemê ve hat girtin.Hat hînbûn arîkarê midûrê mektebê endamê Egîtîm-Senê ye.
Derketibû holê Îsmaîl Hakki Sanliyê ku li Diyarbekirê di Dibistana Navîn a Fevzî Çakmaka navçeya Baglarê arîkariya midûrê mektebê ye li mektebê çend xwendevanên qîz ên 10 salî tacîz kiriye. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Îsmaîl Hakki Sanliyê ku arîkarê midûrê mektebê ye bi hinceta axavtina meseleyên malbatî yek bi yek çend qîzên 10 salî gazî polê kiribû û li wê derê wan tacîz kiribû.Zarokan ku ji teref Îsmaîl Hakki Sanlî ve hatibûn tacîzkirin ji ber ku di tuwaletan de werşîne û ji ber ku di hal û hereketên wan de guhartin çêbûne mesele ji teref mamosteyên din ve hatibû hînbûn.
Piştî ku bûyer li temamê mektebê belav bûbû re weliyên xwendekaran di ser mektebê de girtibûn. Wekî din hat hînbûn Îsmaîl Hakki Sanliyê ku xwendekaran tacîz kiriye endamê Egîtîm-Senê ye.
Di encama lêpirsîna ku di derbarê bûyerê de hatibû detpêkirin de Sanliyê tacîzker ji teref mehkemê ve hat girtin.
Egîtîm-Sen di van rojên dawî de bi fealiyetên xwe yên LBGTÎ derdikeve pêş
Tê zanîn ku Egîtîm-Sen bi gelek skandalan tê rojevê û her wiha di derbarê LBGTIyan de gelek xebatan dike û ji bona ku ev xebat li mekteban jî werin kirin telebên wan hene.Derketina mamosteyekî tacîzker ê di nava Egîtîm-Sena ku van xebatên LBGTÎ ji xwe re kiriye hedefa yekemîn dibe sedem ku lîyakata perwerdekaran ji teref raya giştî ve bê jê pirsin (ÎLKHA)