• DOLAR 35.464
  • EURO 36.258
  • ALTIN 3065.16
  • ...
Wezîriya Karûbarên Derve îdama Rahman Nîzamiyî şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîriya Karûbarên Derve di derbarê îdama ji pêşengên Cemaeta Îslamî Motîur Rahman Nîzamê ku li Bangladeşê hat îdamkirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Nîzamî cezayekê wiha heq nekiriye. Ji ber vî yekê îdamkirina Nîzamî hat şermezarkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref wezîriyê ve hat dayîn de wiha hat destnîşan kirin: “Di der heqê Motîur Rahman Nîzamê ku ji pêşengên Cemaeta Îslamî bû û her wiha wek Wezîriya Çandî û Pîşesaziyê wezîfe kiribû de ji teref Mehkemeya Sûcên Nawneteweyî ya Bangladeşê ve biryara înfazê hatibû dayîn. Hat bihîstin ku Rahmanî nîvê şevê hatiye îdamkirin. Em diyar dikin ku ji vî yekê kovandar in û vî îdama ku Rahmanî heq nekiribû şermezar dikin û ji bo merhûmê ji Xwedê Teala rehmet û mexfîret dixwazin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat belavkirin ji bo ku ev biryarên îdamê were rawestandin di derbarê mijarê de xebat û têkilî çêbûye. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Em ji bo ku aramiya civaka Bangladeşê were parastin û biryarên ku di derbarê îdamê de hatine dayîn werin rawestandin ev 3 sal e ku em bi rêvebirên Bangladeşê re têketine têkiliyê û berê jî me destnîşan kiribû kû dê ev di nav civatê de bibe sedema rageşiyê. Em bawer in ku dê ev yek bes di nabeyna birayên me yên Bangladeşî de kîn û nefretê zêde bike.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir