Li Bexdayê teqîn:30 kuştî 60 birîndar
Li rojhilata Bexdaya peytexta Iraqê li cihê bazarê wesayîta bombebarkirî hat teqandin , li gor agahiyên ewil ên ku hatine wergirtin di encama teqînê de 30 kes jiyana xwe ji dest dan û ji zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûn.
Li rojhilata Bexdaya peytexta Iraqê li Taxa Sadrê li cihê bazarê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, li gor agahiyên ewil ên ku hatine wergirtin di êrîşa bombeyî de 30 kes jiyana xwe ji dest dan û ji zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûn.
Piştî teqînê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.Tê endîşekirin hejmera mirî û birîndaran zêde bibe.(ÎLKHA)