"Fetha Diyarbekirê wekê Fetha Mekkê ye"
Ji teref Wexfa Lêkolîna Siyerê ve li Zanîngeha Dîcleyê bi navê 'Ciwanên ku Wehyî Wan Terbiye Kiriye' konferansek hat lidarxistin.
Li Zanîngeha Dîcleyê bi tertîpkirina Civata Bilgî Erdem û Klûba Bîlge Gençlîkê ji teref Wexfa Lêkolîna Siyerê ve bi navê ‘Ciwanên ku Wehyî Wan Terbiye Kiriye’ konferansek hat lidarxistin. Partiyî, endam û nûnerên Saziyên Civatê yên Siwîl, nûnerên akademiyê, xwendekar û welatî beşdarê bernamê bûn.
Di bernameya ku bi Tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir de di derhaqê dejenerebûna civatê de mijarên ji aliyê exlaq, derûnî û bedenî ve bi slaytê hat nîşandan. Di slaytê de bal hat kişandin ku Qu’ana Pîroz qedr û qîmeta civakê zêdetir dike, civakê ji koletiyê xelas dike û însanan ji tarîtiyê derdixe ronahiyê.
Axavtina destpêkê Yasîn Dursun li ser navê Kilûba Bîlge Gençlîkê xwend. Dursun wiha destnîşan kir: “Di erdnîgara Îslamê de zilm bûye jirêze û dijminên Mislimanan heq û mafên jiyanê nadin Mislimanan. Divê ku li dijê vî pergalê rêbazên Nebewî were şopandin. Di doza Îslamê de girîngî û ehemiyeta ciwanan zêde ye. Bes ciwan dikarin bajar, navçe, kolan û kûçeyan sererast bikin.”
“Ji bo ku mirov bibe micahidê Qur’ana Pîroz pêwîst e ku mirov Qur’ana Pîroz biparêze”
Mehmet Emîn Yildirimê ku wek gotarvan beşdarê konferansê bûbû wiha axivî: “Ji bo min axavtin li Diyarbekirê zehmet û zor e. Lewra mêrên Diyarbekirê micahid, pîrekên wî jî micahide ne. Ez dê qala Xalid Bîn Welid bikim. Ji bo ku mirov bibe micahidê Qur’ana Pîroz pêwîst e ku mirov Qur’ana Pîroz bi şiklekî baş bijî. Kesên ku di Ilûhiyet û Ribûbiyetê de ji dil û can bawerê bi Xweda anîne pêwîst e ku bibe micahidê Qur’ana Pîroz. Ji bo ku mirov bibe micahidê Qur’ana Pîroz pêwîst e ku mirov bibe mihacirê Qur’ana Pîroz. Yek jî divê ku mirov bibe sadiqê Qur’anê. Divê ku sadiqî û rastî di çarçova Wehyê de bibe. Misteqîm û rastbûn jî diaya ku em her roj di Sûreya Fatihayê de dixwazin e. Ji bo ku mirov bibe micahidê Qur’ana Pîroz pêwîst e ku mirov Qur’ana Pîroz biparêze.”
“Fermandarê ku ne radizê ne jî radizîne”
Yildirim destnîşan kir divê ku mirov Îslamê li malan de hakim bike. Dûvre Yildirim wiha pê de çû: “Divê ku em Îslamê belavê mizgeft, dibistan, kargeh û her derê bikin. Dost û yarên Xalid Bîn Welid jirê dibêjin ‘Fermandarê ku ne radizê ne jî radizînê’. Di 14 salan de beşdarê 35 cengan bûye û hertim têka dijminan biriye. Heke Xalidên îro navber dixin nav xwe û Îslamiyetê ev dide nîşandan ku em ji dil û can teslîmê Îslamiyetê nebûne. Dema ku Heraklîus jî jiyana Mislimanên ku Xalidê Kurê Welîd jî têde ye hîn bû wî got, ‘Binê erdê ji ser rûyê erdê bi xêr û çêtir e.”
“Fetha Diyarbekirê wekê Fetha Mekkê ye”
Yildirim herî dawî wiha axivî: “Ev ax bi zora şûr û qilincan nehatiye fetihkirin. Bi şiklekî dilrehet û dil şad hatiye fetihkirin. Ji xeynî çend awarteyan, Fetha Diyarbekirê wekê Fetha Mekkê ye. Ji çar terefan ve têkevin nav bajarê Diyarbekirê. Ev hezar û 419 sal e ku azan û bang di vî bajarê de nehatiye kerrkirin. Ewliya Çelebî di derheqê bajarê Diyarbekirê de dibêje ‘Bajarê ku bê desmêj tênakevin tê de.’”(ÎLKHA)